Rojnameya Îngilîz, Fincancial Times di rûpela pêşî ya îro de cih da nûçeyek der barê xwerêxistinkirina Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û da zanîn ku Kurd li “bakûrê” Sûriyeyê qereqol, konsey, dadgehên xwe ava dikin û bi vî awayî bingehê rêveberiya xwe ya xweser dideynin.
Rojnameya Financial Times, di rûpela xwe ya pêşî de cih da nûçeya der barê xwerêxistinkirina Kurdan li Rojavayê Kurdistanê de.
Rojnameyê ragihand ku Kurd li “bakûrê” Sûriyeyê qereqol, konsey, dadgehên xwe ava dikin û bi vî awayî bingehê rêveberiya xwe ya xweser dideynin.Di nûçeyê de tê destnîşankirin dewleta Tirk li dijî Şamê, alîkariyê dide Artêşa Sûriyeya Azad.
Rojnameyê da zanîn ku serweriya Kurdan a li ser rojhilatê bakûrê welêt berdewam dike û mînak dide ku li vê derê, wesayîtên ewlekariyê yên nivîsên Kurdî li ser li dewriyeyê digirin û li hemberî wan jî hêzên sivîl û leşkerî yên rejîma Sûriyeyê hene û van hewldanên Kurdan ji nedîtî ve tên.
Rojnameyê di nûçeya xwe de aşkere kir ku her çendî li Sûriyeyê bi sînor bin, lê çavkaniyên petrolê yên Sûriyeyê li herêmên ku Kurd lê dijîn cih digirin.