Federasyona Komeleyên Kurd ên li Franseyê (FEYKA) nerazîbûn nîşanî nûçeyên piştî binçavkirina 3 ciwanên Kurd ên li Marsîlyayê, di çapemeniya Frensî de cih girtin, da û hate diyarkirin ku dixwazin hin hesabên şexsî bikin malê PKK’ê.
FEYKA di daxuyaniya li hemberî nûçeyên çapemeniya Frensî da de ragihand ku çapemeniyê piştî operasyonên hemû Kurdan kirin hedef û beriya ku darizandinek pêk bê, çapemeniyê dest bi tawanbarkirinan kiriye.
Ji sê ciwanan yek ê bi navê Suat hate berdan û endamê komeleyê û karkerê avadaniyê (înşeat) Emrah û bavê sê zarokan Mazlum birin Parîsê û li wir hatin girtin. Her du kesên ku di têketina Aix-en-Provence hatin binçavkirin jî agahî ji wan jî nehat girtin. Dozgerê dij terorê yê Fransayê ev kes bi gumana ku ‘suîkastê pêk tînin’ girt û di nûçeyên ku di çapemeniya Fransayê de hatin servîskirin de jî kampanyaya dij-kurd a çapemeniya tirk dimeşîne bi bîr xist.
FEYKA, da zanîn ku tu eleqeya vê bûyerê ne bi PKK’ê ve ne jî bi tu rêxistinên Kurdan ve tune ye û got; “Li gorî agahiyên ji herêmê, ev yek meseleya hesabpirsînê ya di navbera komek bi eslê xwe Kurd de ye.”
Federasyonê got; “Rêxistinên Kurdan ên li Franseyê ne çekdar in û her tim li dijî tundiyê têdikoşin û ji bo aşitiyê serî li diyalogê didin.”
FEYKA’yê bal kişand ku rayedarên Frensî, demek dirêj e li hemberî Kurdan di nava hevkariyê de ne û got; “Em hemû bûyerên tundiyê şermezar dikin û ji çapemeniya Frensî dixwazin ku careke din nûçeyên wiha li ser Kurdan çênekin.”