Festîvala Hasan Kiziler sibê ye
Festîvala Ciwan, Spor û Çandê ya Hasan Kiziler a 10’emîn sibê li bajarê Gerlafîngenê ya Swîsreyê wê were lidarxistin.
Festîvala Ciwan, Spor û Çandê ya Hasan Kiziler a 10’emîn sibê li bajarê Gerlafîngenê ya Swîsreyê wê were lidarxistin.
Festîvala ku sibê wê li Bahnohofstrasse 24, 4563’ê were lidarxistin bi şîara “Çi dibe bila bibe, wê dawiya wê mûhteşem be” ji aliyê Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad ên Swîsreyê tê organîzekirin.
Di festîvalê de ya ku bi pêşengiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad di çarçoveya “Azad Bike” tê lidarxistin wê çalakiyên sportîf û çandî werin amadekirin.
Di festîvalê de ji xeynî çalakiyên çandî wê Serhado, Nûarîn, Hîvron, Rodî, Can Med, Mahabad, Azad Karahan û koma Govend/Folklorê derkeve ser dikê.
Endamê Komîteya Amadekar ê festîvalê Ferît Dûrûk bang kir ku, “Ciwanên Kurdistanê yên li Ewrûpayê dijîn divê li dora Hasan Kiziler, şehîdên meha Gulanê û şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê xwe birêxistin bikin û divê Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û Jiyana Azad ava bikin.”
Dûrûk bal kişand ser polîtîkayên pergalê yên li ser ciwanan û diyar kir ku ciwan bi çandeke Kurdistanî dikarin azad bibin. Dûrûk got ku ji bo azadiya Ocalan û li hemberî êrîşên qirkirinê yên Kurdistanê divê ciwan berxwedanê geştir bikin.
Dûrûk gelê Kurd ê welatparêz û dostên wan jî vexwend festîvalê û got, “Em bi giyanê Çiyageran xwedî li şehîdên xwe derkevin û em hemû gelê xwe yê welatparêz û şoreşger vedixwînin festîvalê.”
Hasan Kiziler (Mazlûm) ê ku di rojnameyên Roja Ciwan/Stêrka Ciwan û Berxwedanê de dixebitî di sala 1995’an de beşdarî PKK’ê bû. Hê li gerîllatiyê meheke wî neqediyabû di êrîşa hewayî ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Xakurkê tevî 7 hevalên xwe şehîd bû. Her sal li ser navê wî li Swîsreyê festîvala ciwanan tê lidarxistin.