Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Civyan: Em ê nehêlin hêviya mirovan bişkê
Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Civyan: Em ê nehêlin hêviya mirovan bişkê
Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Civyan: Em ê nehêlin hêviya mirovan bişkê
Zêdeyî deh hezaran Êzidiyên ji komkujiya meha Tebaxê ya çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûn lê xaka xwe neterikandin, li Çiyayê Şengalê di bin dorpêçiya rêxistina hov de ne. Şengaliyên ku korîdora însanî jî di nav de hemû rê li wan hatine girtin, bi alîkariyên beriya niha ji korîdorê hatibû, hewl didin bijîn. Fermandarê HPG'ê yê Herêma Şengalê Egîd Civyan ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî û got, "Em ê nehêlin hêviya van jinan, van zarokan, van mirovan bişkê."
Civyan da xuyakirin, ku di ser girtina korîdora însanî re 70 roj derbas bûne û anî ziman, ku zêdeyî deh hezar Şengalî li Çiyayê Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine dorpêçkirin.
Civyan ragihand ku çeteyan di dema dawî de hewl dane vê xeleka dorpêçiyê teng bikin û destnîşan kir, ku di encama bersiva hêzên wan de êrîşên çeteyan ên li Merka, Solak, Sikeniye, Şîlo û Cefriyê hatine şikandin.
Fermandarê HPG'ê Egîd Civyan bibîr xist ku çend roj piştî dagirkeriya DAIŞ'ê hêzên HPG/YJA STAR hatine qada Şengalê û nêzî 4 meh in ew li bîst û pênc nuqteyên Çiyayê Şengalê bicih bûne û got, "Ji aliyê leşkerî ve hebûna me ya li vir di nava çeteyan de rê li ber şikestinê, di nava gel de jî rê li ber hesta baweriyê vekiriye. Beriya her tiştî em xwe weke hêza parastina gelên Kurdistanê dibînin. Yanî hatina me ya vê derê, beriya her tiştî destwerdaneke welatparêziyê ye. Li aliyê din, parastina civaka Êzidî, baweriya Êzidiyan û cihên pîroz ê vê baweriya qedîm a Mezopotamyayê, tê wateya dewamkirina ruhê berxwedanê yê dîrokê. Armanca êrîşên dawî derxistina Êzidiyan ji xaka wan bû. Haya me ji vê xeteriyê çêbû û li ser vê bingehê destwerdan hat kirin. Sedema sêyemîn jî, hatine me ya vê derê wezîfeyeke wijdanî bû. Her mirovê xwedî wijdan, nikare li pêşberî vê hovîtiyê bêdeng bimîne. Kî xwedî wijdan be, wê bixwaze li dijî vê rêxistina çete ya hov, têbikoş e."
'BILA CIWANÊN ÊZIDÎ KARIBIN ÊZIDIYATIYÊ, ŞENGALÊ BIPARÊZIN EV BES E'
Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Egîd Civyan diyar kir, ku bi hatina hêzên gerîla re ciwanên Êzidî jî tevlî berxwedanê bûne û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) jî bi vî rengî ava bûye.
Civyan ragihand ku ciwanên Êzidî yên ji bo hilanîna tolê perwerdeya leşkerî dîtine, cihê xwe di çeperên berxwedanê de cih girtine û bi taybetî ev xal destnîşan kir:
"Ev ciwan tevlî HPG'ê yan jî PKK'ê nabin. YBŞ, hêza parastina Şengalê ye. Hêza parastina civaka Êzidî ye. Sîstema me cudatir e. Ji xwe tişta em dixwazin jî ev e. Bila bi tenê Êzidiyatiyê, Şengalê biparêzin, ew bes e." Civyan da xuyakirin, ku yê li cem gerîla Şengalê diparêz e, bi tenê YBŞ ye, ti hêzeke din nîne.
Civyan da zanîn ku niha li Çiyayê Şengalê nêzî 1300 malbat hene û anî ziman ku piraniya ji van mirovan jin, zarok û extiyar in. Civyan ragihand ku armanca yekane ya mayîna van mirovan li Çiyayê Şengalê, daxwaza berxwedanê û têkoşîna di oxira doza xwe ya pîroz de ye û der barê şert û mercên wan de ev agahî da:
"Bi vî rengî xwedî li rûmeta xwe, xaka xwe derdikevin. Lê di bin dorpêçiya çeteyan de niha bi şert û mercên zehmet ên zivistanê re rû bi rû ne. Pêwîstiya zêdeyî 10 hezar mirovên sivîln ên ji bo jiyana rojane hene. Ev çar meh in em hewl didin bersivê bidin pêwîstiyên gelê xwe. Bi TEVDA û saziya alîkariyê ya Rojava re em dixebitin. Li gorî derfetên xwe me 4 kampên ji konan ava kirin. lê belê bi hatina zivistanê re, pêwîstiyeke lezgîn bi alîkariya însanî heye."
'EM Ê NEHÊLIN HÊVIYA MIROVAN BIŞKÊN'
Fermandarê HPG'ê yê Şengalê herî dawî ev xal destnîşan kir: "Li Şengalê, di çavê mirovên PKK'ê qet nas nakin, gerîla nas nakin, me hêvî, bawerî dît. Her hevalekî/e ev atmosfer jiya, ev soz da: Em ê nehêlin hêviya van jinan, van zarokan, van mirovan bişkê, em ê hêjayî wan bin. Daxwaza me ya têkoşînê xurt bû, barê me girantir bû. Hevalên ku heta niha li Şengalê şehîd ketin jî, ji bo bersivê bidin vê hêviyê, canê xwe feda kirin. Fermana herî dawî ya hevalê Dilgeş, ruhê jiyîna 73 fermanan û teslîmnebûnê bû."