Fermana sedsalî û helwesta Rêbertî

Dûran Kalkan: Tarz, islûb û tempoya Rêbertî û rastiya Rêbertî dikare rûyê rastîn ê dijmin derxîne holê, wê analîz bike, alternatîfa wê bi şertê ku wê derbas bike derxîne holê.

Em beşa dawîn a nivîsa Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Dûran Kalkan diweşînin. Di vê beşê de qala avabûna pirsgirêka Kurdan û mêtingeriya wê tê kirin.

Nivîs wisa ye:

“Pergala modernîteya kapîtalîst, pergala desthilatdar û dewletparêz di rastiyê de pirsgirêka Kurdan çareser nake û li hemberî hev bi kar tînin. Sermesele dema ku DYE dixwaze TC’yê tevlî mudaxeleya li dijî Îranê bike, pirsgirêka Kurdan bi kar tîne. Wê bike ku TC rewşa li Başûrê Kurdistanê qebûl bike, hebûna PKK’ê bi kar tîne. Dema ku dixwaze PDK’ê ji xwe re bikin hevkar, gefa bi Rojava bi kar tînin. Dema ku TC dixwaze ji DYE alîkariyê wergire, bi Kurdan gefê dixwe.

DYE nexwaze TC nikare fîşekekê jî biavêje Rojava. Berjewendiya wê çi be, wisa tevdigere.  A rast dixwazin bi gefa TC’yê re geşbûn û xurtbûna Kurdan a li Sûriyeyê bi sînor bikin û têxin bin kontrola xwe.  Dixwazin wan bikin muxtacê xwe. Tiştekî bi navê dijberiya Emerîka û bêhêzbûna wê tune. Ew siyaseta xwe dimeşîne û li gorî siyaseta xwe tevdigere. Hemûyan li dijî hev bi kar tîne, wan parçe dike û bera ber hev dide. Dixwaze hemû kesan bike muxtacê xwe.

Di warê parçekirina Rojhilata Navîn de, pirsgirêka ku herî zêde rolê didin wê Pirsgirêka Kurdan e. Heke pirsgirêka Kurdan tunebe, siyaset û feraseta ku dixwaze Kurdan înkar bike tunebe, Kurd azad bin û Rojhilata Navîn demokratîk be, DYE dev ji sûdwergirtina ji Rojhilata Navîn berde, bi siyaseteke wisa nikare were ber deriyê Rojhilata Navîn. Lê di vê rewşê de dikare van dewlemendiyan desteser bike û li ser Rojhilata Navîn serweriyê ava dike. Bi vî awayî herêm û dinyayê bi rê ve dibe.

Li ser Başûrê Kurdistanê jî heman polîtîka hate meşandin. Di polîtîkayên ku li hemberî me de jî hêz û piştgiriyê ji pirsgirêka Kurdan werdigirin. Li ser wê siyasetê dikin û di warê aborî de qezencan bi dest dixin. Di rewşa heyî de hinek derfetê didin Kurdan, bi dewletên heyî re wan dixin nav nakokiyan, piştre ji wan dewletan îhale û qezenceke ekonomîk bi dest dixin. Pirsgirêka Kurd wekî gefekê li dijî dewletên heyî bi kar tînin. Dewletên heyî wekî gefekê li dijî pêşketina azadîxwaz a li Kurdistanê tên bikaranîn. Li dijî referandûma Başûrê Kurdistanê, li dijî referandûma Rojavayê Kurdistanê û li dijî serkeftina Reqayê  jî hat bikaranîn.

HELWESTA RÊBERTÎ

Di vî warî de divê rastiya Kurdistanê, rastiya dinyayê, pergala ku bi Şerê Cîhanê yê Yekem re li Rojhilata Navîn hate afirandin, qirkirina Kurdan baş were fêmkirin. Ji ber vê jî divê tarz, siyaset û îdeolojiya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê rast were fêmkirin û rast were meşandin.

Bêguman helwest, rastî û tarza Rêbertî li gorî van tiştan ava bû. Rastiya Rêbertî tê veqetandina ji pergaleke wisa. Ji destpêkê ve hewl da bibe pergaleke alternatîf, ev tişt pêk anî û da destpêkirin. Îdeolojiyeke nû çêkir, tarza têkilî û jiyaneke nû derxist holê. Divê tarza jiyana ku Kurd azad bin û helwesta wê ya îdeolojiyê çawa be, ji destpêkê ve di şexsê xwe de danî holê û li dora xwe belav kir. Em ji vê re dibêjin Zayîna Rêbertî. Têkoşînên îdeolojîk, teorîk, siyasî, rêxistinî, stratejîk û taktîkî meşand. Têkoşîneke îdeolojîk meşand, li hemberî şerê psîkolojîk xebata propagandayê kir. Herî girîng jî têkoşîneke siyasî kir û şer kir. Li hemberî dijmin şer jî kir. Pêvajoya şer a ku em jê re dibêjin berxwedana 45 salan wisa geş bû û pêk hat.

FERMANEKE SEDSALÎ

Li ser Kurdan fermaneke sed salî heye. Di qetlîama Dêrsimê de gelekî zelal bû. Dêrsim bi rastî jî qirkirineke mezin bû. Heke ev qirkirin li ser civakeke din bihata kirin wê dinya kom bibûya, ew derxistina dadgehê û qirker dar ve bikirina. Ji ber ku sûcê mirovayetiyê yê hovane hatiye kirin. Belge vî tiştî qebûl dikin. Tirk bi wêrekî vî tiştî diweşînin. Ji ber ku dizanin wê tiştek bi wan neyê. Di vî warî de dinya jî bûye hevkarê wan ê sûc. Pergal bi xwe hevkarê wan ê sûc e.  Sûcekî wisa ye ku her kes ketiye nav. Kes nikare tiştekî ji kesekî din re bibêje.  Ji bo Kurdên azad ferman amade bû. Dibêjin li Dêrsimê dema ferman hate kirin, çi kesên ku di dil û mejiyê wan de îdeala Kurdbûnê hebe, divê were qetilkirin.  Ji bo zarokên di zikê dêya xwe de jî jî fermana qetlîamê dan. Ev rewşek çawa ye? Divê hûn vê yekê fêm bikin. Ev ferman li ser Kurdê azad hatiye ferzkirin.

TARZA RÊBERTÎ

Ji bo Rêbertî gotin ‘Çima di destpêkê de ji holê nehate rakirin’. Di sala 1972’an de dema ku Rêbertî hate girtin, dozgerê ku piştre Rêbertî berdan sûcdar kirin. Dozger got ‘Di destê min de têra xwe delîl tunebû, ma ez çi bikim’ Ligel vî tiştî jî gotin ‘Divê te bizanibûya, te bidîta, divê hê mar biçûk te serê wî bipelixanda.’ Heke tu alîgirê dagirkeran bî tu yê bijî lê di warê hiş û îradeyê de tu bixwazî bibî Kurdê azad, yan tu yê vê pergalê tune bikî yan jî ew ê te tune bike. Heke Rêber Apo tarzeke jiyan û xebatê wisa ava nekira wê nikaribûya gavekê jî biavêje. Wê nikaribûya ji Enqereyê jî derketa. Dev ji avakirina PKK’ê berde wê nikaribûya biçe Rojhilata Navîn û wê nikaribûya ji ADYOD’ê derketa. Rastiya vê meseleyê wisa ye.

Ji ber vê yekê têkoşîna azadiyê çawa tê meşandin, rêya azadbûn, têkoşîn û rêxistinbûnê çawa ye? Ger were pirsîn, ev şêwaz li vir xuya dibe. Taybetmendiyên Rêbertî li vir ava dibin. Em ê van rastiyan bibînin. Ev naşibe têkoşîneke din. Weke li Tirkiyeyê ger ku hûn bixwazin dikarin bibin şoreşger, dikarin rêxistinekê ava bikin, dikarin bibin memûr jî. Li Kurdistanê tiştekî wisa teqez tune. Divê em van rastiyan bizanibin. Pergala înkar û îmhaya Kurdan, divê ku weke pergala qirkirina Kurdan neyê binavkirin. Pêwîst e xeta îdeolojîk û siyasî ya ku îro TR temsîl dike, were fêmkirin. Divê em polîtîka û helwesta bê prensîb a DYE, Yekîtiya Ewropa û Rûsyayê,  ya ku di nav wê de gelek bazirganî heye, baş were fêmkirin.

AVABÛNA KURDÊN AZAD

Di serê salên 1970’î de êdî ji bo Kurdan tu qad nemabû. Di Çileya 1975’an de bi Peymana Cezayîrê re dema ku Barzanî alaya teslîmiyetê hilda, êdî her tişt hatibû ber qedandinê. Ev dihat wateya ku qirkirina li ser Kurdan bi ser ketiye. Rêbertî destûr neda vî tiştî.Li hemberî wê avabûn û vejîna Kurdên azad afirand. PKK tê wateya vî tiştî.

Başûr a ku di rewşa herî pêş de bû jî di vî halî de bû. Rojhilat û Bakur jixwe hatibûn pelçiqandin. Di serê salên 1970’î de hin ciwanên di nav DDKD’ê de bi dijmin re nîqaş dikirin ‘Gelo Kurd hene yan na.’ Ji rêxistin û çalakiyên xwe re jî nedigotin Kurd. Navê çalakiyên wan ‘Mîtîngên Rojhilat’ bû. Kurd û Kurdistan tunebû. Êdî ji vî tiştî direviyan. Tu yê bibêjî ez xwedî li vê têkoşînê derdikevim lê nedigot ku ez Kurd im. Ditirsiyan û direviyan. Ji ber ku van peyvan bela dianîn û xetere çêdikirin.

Di rewşeke wisa de Rêbertî derket holê. Rêbertî got ‘Me welatparêziya gel û welatekî wisa kir ku kesî nikaribû qala navê wê jî bike. Me ev ala bilind kir.’ Rêbertî digot ‘Bi tenê Kurdek nemaye ku bi xwe re neketiye îxanetê. Ev civak heta atoma xwe hatiye parçekirin.’

Li zindanan îtirafkarî li ser PKKyiyan hate ferzkirin.  Îtirafkarî çi ye? Hûn ê hemû nirxên mirovatiyê vereşînin, hûn ê dev ji nirxên xwe yên Kurdewarî berdin. Ger wisa be, ewê tasek şorbe bide te, bihêle tu di hucreyê de bijî. Qirkirina ku li ser Kurda dihat ferzkirin ev bû.

Tişta ku di destpêka salên 80’î de li zindana li ser girtiyên PKK’ê hate ferzkirin, bingeha qirkirina li ser Kurdan bû. Li wir rastiya qirkirinê bi zelalî derket holê.  Taybetmendiyên wê çi ne? Aliyê wê yên maddî û manewî çi ne? Aliyê wê yên îdeolojîk, leşkerî û siyasî çi ye? Di warê civakî, psîkolojîk û giyanî de çi taybetmendiyên wê hene? Ev hemû derketin holê. Ev tişt ji bo ku li zindanan pêk bînin nehatin îcadkirin, li derve li ser civakê bi plansazî hate pêkanîn. Li zindanan her tişt bi eşkereyî pêk anîn lê ya li ser civakê ferz kirin piçekî bi kamûflaj bû. Rejîma 12’ê Îlonê pergaleke nû ava nekir, feraseteke nû neanî. Ev tişt bingeha dewleta Tirk bû.  Cemiyeta Îttîhad û Terakiyê ev tişt derxistibû holê, Kemalîzmê ew ji xwe re kire esas û TCyê jî ev tişt qebûl kir. Ev esasên qirkirina îdeolojîk, polîtîka, rêxistin, êrîş û leşkeriyê bû.

FÊMKIRINA RÊBERTÎ

Ev aliyên rastiya dijmin heye. Ger em van tiştan nebînin, nizanibin, wan biçûk bibînin wê lihevkirin û teslîmiyet pêk were. Ji wir jî hişmendî, îrade û afirîneriya azadîxwaz çênabe. Ji wê jî tarza rast ava nabe. Tarz ji zanîna bikaranîna çekekê pêk nayê. Bikaranîna wê bûyereke mekanîk e. Heke were zanîn wê her kes bikaribe bi kar bîne. Tarz ev e ku mirov zanibe li ku çi bike.  Ev jî tê wateya ku mirov xwe û dijmin baş nas bike. Ji bo ku heqîqeta Rêbertî rast were fêhmkirin, em karibin bi awayekî rast beşdarî wê bibin û xwe bigihînin wê, pêwîst e em rastî û şêwaza dijmin rast destnîşan bikin. Tarz, islûb û tempoya Rêbertî û rastiya Rêbertî dikare rûyê rastîn ê dijmin derxîne holê, wê analîz bike, alternatîfa wê bi şertê ku wê derbas bike derxîne holê. Rêbertî ev e. Heke tu vêya bike tu yê Rêbertî fêm bikî, tu yê bikaribû xwe bigihîne Rêbertî.

QEDIYA

Çavkanî :Yenî Ozgur Polîtîka