Ferît Şenyaşar li Meclîsê lêgerîna edaletê berdewam kir

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar got, "Di dema çalakiya me ya nobetê de 31 lêpirsîn li dayika min, der heqê min de 14, bi giştî 45 lêpirsîn hatin vekirin. Bi hinceta dayika min heqaret li wezîfedarê cemaweriyê cezayê pere lê hatiye birîn."

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar li Meclîsê têkildarî cezayê pereyan ku li dayika wî Emîne Şenyaşar birîne, civîna çapemeniyê li dar xist. Şenyaşar spasiya her kesê ku piştgirî dane doza wan kir û got ku armanca wî ya ku dest bi siyasetê kiriye lêgerîna edaletê ye û pirsgirêkên xelkê Rihayê bibe Meclîsê.

Şenyaşar bal kişand ser hûrguliyên têkoşîna edaletê ya xwe û dayika xwe û destnîşan kir ku heta edalet bi cih neyê wê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin.

Şenyaşar destîşan kir ku, seranserî nobeta edaletê ku li ber Edliyeya Rihayê girtine 3 wezîr hatine tayînkirin û wiha got: “Dema me nû dest bi nobeta edaletê kir, Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bû. Dema li Komîsyona Edaletê ya Meclîsê têkoşîna dayika min ji Abdulhamît Gul hatibû kirin, wî jî gotibû ku ew ji ber vê rewşê xemgîn e û meseleyê dişopînin. Paşê jî Bekîr Bozdag tayînî şûna wî hat kirin. Bekîr Bozdag tê Rihayê. Derbarê mijarek ku pê nizane dê Bozdag bi Serdozgerê Rihayê re hevdîtin bike, lê di heman demê de dayika min li ber edliyeyê ji bo edaletê têdikoşe. Bekîr Bozdag di deriyê ku dayika min li berê nobetê digire, nakeve hundirê edliyeyê. Serdozgerî ji bo vê meseleyê çareser bike, li pişt avahiya edliyeyê deriyek nû vedike û Bekîr Bozdag di wî deriyi de ketiye hundir û derketiye. Raya giştî ya Tirkiyeyê û dinyayê têkoşîna dayika min dişopîne û ev têkoşîn li ber edliyeyê berdewam dike. Niha jî Wezîrê Dadê yê nû hat tayînkirin. Em di wezîfeya wî de jê re serkeftinê dixwazin. Heta niha me rewşek neyînî nedîtiye. Em rexneyek neyînî lê nakin lê belê em bang li wezîrê dadê dikin ku wezîfeya xwe bike. Em wî vedixwînin ku xwedî li sonda ku li Meclîsê xwar derkeve.”

Şenyaşar anî ziman ku, divê Wezîrê Dadê yê nû demildest bi doza Malbata Şenyaşar re eleqedar bibe û wiha got: “Em dixwazin ku ev rewşa bêedaletiyê demildest ji holê bê rakirin. Ez vê banga lezgîn li Wezîrê Dadê dikim; dayika min 67 salî ye û êdî nikare xwe li ser pêya bigire. Dayika min dibêje, ‘heta ku edalet bicih neyê ez ê ji ber Edliyeya Rihayê neçim’. Em jî bang li Wezîrê Dadê dikin; Ji kerema xwe bi awayek lezgîn wezîfeya xwe bikin. Em dixwazin rewşa bêedaletiyê were bidawîkirin.”

Şenyaşar da zanîn ku, li Meclîsê ev daxuyaniya wî ya ewil e û vê daxuyaniyê ji bo xatirê têkoşîna dayika xwe daye û got ku wê di demên pêş de bibe dengê hemû bêedaletiyên li Rihayê diqewimin.