FEDA'yê ji bo meşa 12'ê Mijdarê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kir
FEDA'yê ji bo mîtînga demokrasiyê ku wê bi pêşengiya Elewiyên li Ewropayê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
FEDA'yê ji bo mîtînga demokrasiyê ku wê bi pêşengiya Elewiyên li Ewropayê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Li dijî şer, neheqî û bêwijdaniyê, li djiî faşîzm û zilmê, em têkoşîna mafdar a gelê xwe, deng û hêza xwe bilind dikin.
Di 12'ê Mijdarê de em ê bi bîr û baweriya aştî û demokrasiyê li bajarê Koln ê Elmanyayê li cem mezlûman cih bigirin û ji bo sekinandina faşîzma AKP/dewletê em ê bimeşin.
Bi şiyara 'Werin em bibin yek' em ê tevlî mîtînga demokrasiyê ya bi pêşengiya Elewiyên li Ewropayê tê lidarxistin bibin."