FEDA û DAKB’ê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB), ji bo Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim ku di 11’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê da.

Di peyama hevpar a FEDA û DAKB’ê de, hate destnîşankirin ku Salih Muslim di têkoşîna gelê Kurd, civaka Elewî û gelên bindest de kesayetek girîng bû û ev tişt hat gotin, “Giyanên hêja, em ji dil êşa gelê Kurd, civaka Elewî, gelê Rojava û Sûriyeyê û hemû bindestan parve dikin. Em sersaxiyê ji hevrêyên têkoşer Salih Muslim re, malbata wî û hemû bindestan re dixwazin.”

Di peyama sersaxiyê de, hat gotin ku Salih Muslim, di nava têkoşînê de kurek xwe şehîd daye, kesayetek ku sekneke bi rûmet nîşan da û di têkoşînê de kesayetek girîng bû.

FEDA û DAKB’ê, diyar kirin ku ew ê Salih Muslim bi kesayetiya wî ya berxwedêr û fedakar û dilsoziya wî ya bi gel û têkoşînê re her tim bi bîr bînin. Di daxuyaniyê de, her wiha sersaxî ji malbata wî, gelê Kurd, civaka Elewî û hevrêyên wî yên têkoşînê re hat xwestin.