FEDA: Pîrê me Mustafa Aslan koça dawî kir

FEDA got, "Pîrê me Mustafa Aslan koça dawî kir. Serê malbata wî û Elewiyan sax be."

Federesyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi daxuyaniyekî nivîskî got: "Pîrê me Mustafa Aslan koça dawî kir. Bila ruhê wî şad be. Serê malbata wî û Elewiyan sax be."

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Pîr Mustafa di têkoşîna 30 salan ya Tevgera Elewiyan a Demokratîk ya li Ewropayê de kedeke mezin da.

Bi kesayeta xwe ya dilnizm, piştevan û hevkariyê re, di FEDA’yê de xwedî cihekî girîng bû. Pîrê me ku bi salan di rêvebirina dergehên Dusseldorf û Dortmundê cih girt, ji bo fêrkirin û fêrbûna baweriya me kedeke mezin da. Her tim li dijî zaliman li gel bindest û mafdaran cih girt. Em FEDA xwedî li rê û nirxên rêya wî ku ji me re hiştiye, derbikevin û ji bo bilind bikin têbikoşin.

Pîrê me di 20-12-2022’an de di encama krîza dil de koça dawî kir. Em malbata FEDA sersaxî ji malbata wî û hevreyên wî dixwazin."