FEDA: Meha Xizirê meha hevgirtinê ye
FEDA’yê bi wesîleya meha Xizirê peyamek belav kir û got “Bi qasî zilmê divê em li dijî qirkirina çandî bin jî. Roj roja hevgirtinê ye.
FEDA’yê bi wesîleya meha Xizirê peyamek belav kir û got “Bi qasî zilmê divê em li dijî qirkirina çandî bin jî. Roj roja hevgirtinê ye.
Federasyona Demokratîk a Elewiyan bi wesîleya meha Xizirê peyamek weşand û got “Sibat a ku meha Xizir e, pîr diçin serdana talibên xwe û Cemê dikin. Di van ceman de li gorî nirxên exlaqî û etîk ê baweriyê çareserî tên avakirin.
Ji bo Xizir ê ku bangî wî hatiye kirin rojî tê girtin û roja Xizir tê pîrozkirin.
Werin em Elewî û hemû kesên li dijî zilmê û qirkirina çandî hevgirtinê geş bikin û bibin yek.”