FEDA: Em bi helwesta Seyit Riza li dijî Erdogan ê zalim rawestin!

FEDA di salvegera darvekirinê de Seyîd Riza bi bîr anî û diyar kir ku divê bi helwesta wî ya serhildêr berxwedana li dijî Erdogan berdewam bike.

Federasyona Elewiyên Demokratîk a Ewropayê (FEDA) ji ber salvegera darvekirina Seyîd Riza daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê dilsozê bîranîna pîroz a Seyid Riza yê sernetewandî bin ku yek ji navê berxwedêr ê Elewî-Kızılbaş bû. Baweriya me ya pêkanîna utopyaya wî; Dêrsim a azad û xweser berdewam dike."

Di peyamê de bi berdewamî hate gotin, gotina, "Ez heq ji derew û hîleyên we dernetim,ev ji min re bû derd û kul. Lê li ber we min jî çokên xwe neşikandin, bila ev jî ji we re bibe derd û kul" bandoreke mezin li berxwedan Kurdan û Elewiyan kiriye.
 
'ZILM BERDEWAM DIKE, BERXWEDAN DIVÊ DOMDAR BE'

Di peyamê de hate gotin, berxwedana Elewiyan, bi sedema girêdayîbûna wan a bi Seyîd Riza, wê domdar be û wiha hate gotin:

"Li gel ku ev 79 sal derbas bûne jî înkara zaliman û komkujiya wan berdewam dike. Bi hezaran însan hatin kuştin, ji ax û warê wan hatin kirin. Hemû çiyayên pîroz ên Dêrsimê, ziyaretgehên wan, ocaxê wan, cemxaneyên wan, pîr, daxwazkar, murşîdên rêya wan, dê, keç li zilma Emewiyên zalim û Miawiyan rast hatin. Îro jî şopdarê  Miewiyey û Nermûdê hemdem, zalimtî û zilma Erdogan li Mezopotamyayê, li Enedoliyê didome.

Zilm ji kîjan zalimî tê bila were, bi berxwedana Seyit Riza yê zaneya pîroz, rîspî wê berdewam bike û ji vê pê ve ti rê nîn in."