FEDA: Îbîş Yildiz jiyana xwe ji dest da

FEDA’yê got: ‘’Îbîş Yildiz, ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da. Di nav Kurdên Elewî de keda wî gelek e.’’

Di daxuyaniya nivîskî de ku ji aliyê Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) ve hat dayîn, wiha hat gotin: ‘’Îbîş Yildiz, di qezayekê de jiyana xwe ji dest daye. Hevrê Îbîş bi hestyarî û fedakariya xwe mirovekê mînak bû. Keda wî di nav Kurdên Elewî de gelek e.’’

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin: 

 ‘’Hevrê Îbîş hemû pirsgirêkên herêma me, êşên gelê me û zextên li ser baweriya me ji xwe re kiribûn derd. Di van waran de tim têkoşiyaye, tiştê ji mil hatiye, kiriye. 

Hevrê Îbîş, aktîvîsteke hêja yê Dergeha me ya Freîbûrgê bû, wê wek mezinekî her di dilê de me de bijî. Yekê hilberîner bû, pirsgirêk çareser dikirin, nefspiçûk û jidil bû.

Malbata Yildizan, bi hestyarî û têkoşîna xwe û keda ku daye malbateke me ya hêja ye. Êşa malbatê, ya me ye jî, Xwedê sebirê bide. 

Bila dewra wî daîmî be. Ruhê wî şad be.’’