FED-KURD'ê banga tevlîbûna çalakiya 27'ê Çileyê kir

FED-KURD’ê banga tevlîbûna çalakiya ku wê di 27’ê Çileyê de li Berlînê bi dirûşmeya ‘Rêxistinên çete û sîxuran rawestînin’ kir.

Federasyona Kurdistaniyên Azad li Rojhilatê Elmanyayê (FED-KURD) ji bo çalakiya 27’ê Çileyê ku wê li Berlînê bi dirûşmeya ‘Rêxistinên çete û sîxuran rawestînin’ daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya FED-KURD’ê de ev tişt hate gotin, “Çalakiya Erdogan ê tu bixêr nehatî, bi betalkirina serdana Erdogan a Berlînê re nayê kirin, lê em ê li qadan bin.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Em bang li hikumeta Elman dikin ku dawî li hevkariya xwe ya qirêj a bi dewleta Tirk a dagirker re bîne. Em bang li wan dikin ku dest ji polîtîkayên heyî yên li hemberî gelê Kurd tê meşandin berdin.

Em ê di 27'ê Çileyê de bi dirûşmeya 'Rêxistinên çete û sîxuran rawestînin' çalakiyê li dar bixin. Weke FED-KURD’ê em bang li hemû parêzvanên demokrasî, azadî û wekheviyê di serî de gelê Kurd dikin.

Li hemberî qirkirina gelê Kurd bêdeng nemînin! Werin em dewleta Tirk a dagirker û serkêşê faşîzma AKP-MHP'ê Erdoganê dîktator bi hev re şermezar bikin û sûcê li dijî mirovahiyê yê ku kiriye eşkere bikin. Bêdeng mayîn destekkirina sûcên dagirkeriyê ye!"