Rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitung (FAZ) diyar kir ku, piştî komkujiya 23’ê Kanûna 2022’an ku di encamê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer(Mehmet Şirîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin, bi sernavê “Piştî êrîşa Parîsê Kurd ketine nav bêbaweriyeke mezin” li ser Kurdên li Fransayê dijîn nûçeyeke berfireh weşand.
Di nûçeya ku ji aliyê nûçegihana rojnameyê ya Parîsê Michaela Wiegel ve hatiye nivîsandin de, nêrînên wê yên derbarê merasîma cenaze ya roja berê li Parîsê pêk hat û saziyên Kurd ên li Fransayê cih girtin. Di nûçeyê de hate gotin ku, Kurdan di navbera êrîşa dawî û qetilkirina şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de pêk hatin, girêdanek ava kirine.
Di dewama nûçeyê de hat diyar kir, nêrîna "dewleta Fransayê me naparêze" di nava Kurdan de serwer e û wiha dewam kir, "Kurdên li Fransayê dijîn, ji ber bûyera qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez tevî ku 10 sal derbas bûn jî nehate ronî kirin, bêbaweriyek mezin dijîn. Di îdîanameya ji aliyê dozgeriyê ve hat amadekirin de hat diyarkirin ku, destê îstîxbarata Tirk di cînayetê de heye û doz weke sira dewletê hatiye astengkirin. Kurd dixwazin ev astengî bê rakirin.”
DI PÊNGAVA RIZGARKIRINA REQAYÊ DE JÎ CIH GIRT
Di nûçeyê de, her wiha bal hat kişandin ser jiyan û têkoşîna Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî) ku di nav kesên 2’yemîn komkujiya Parîsê de şehîd bûbû. Di nûçeya rojnameyê de hate bibîrxistin ku, malbata Evîn Goyî ji zextên dewleta Tirk xwe rizgar kirine û li kampa penaberan a li Başûrê Kurdistanê bi cih bûne û ev xal hatin destnîşankirin:
“Evîn di şerê li dijî DAÎŞ’ê de fermandariya hêzên Kurd kir û li gorî şahidên wê demê, di sala 2017’an de beşdarî pêvajoya rizgarkirina Reqayê ji DAÎŞ’ê bûye. Piştî ku di vê pêvajoyê de birîndar bû hat Fransayê û daxwaza îltîcayê kir. Ew yek ji Rêveberên Tevgera Jinên Kurd a ku bi dirûşima “Jin, jiyan, azadî” hatibû avakirin bû.”