Komîsyona Lêkolîna Derbeyan a Meclîsa Tirkiyeyê ji bo ronîkirina bûyerên dema derbeyan derbekar Kenan Evren û Tahsîn Şahînkaya vexwend ku îfade bidin. Evren û Şahînkaya ragihandin ku ew ê îfade nedin.
Evren û Şahînkaya diyar kirin ku ew ji ber doza ji ber derbeyê derbarê wan de hatiye vekirin hîna jî berdewam dike, loma ew ê îfadeyê nedin Komîsyona Lêkolîna Derbeyan a Meclîsê.