Şêniyên Haîtî li dijî çeteyan ketin grêva giştî

Li Haîtiyê çeteyên ku tax kirine bin kontrola xwe gelek mirovan direvînin. Li ser vê gel hêrs bû û li dijî çeteyan ketin grêva giştî.

Heftiya bihurî ji bo ku grêva giştî bang hate kirin. Lê roja Şemiyê li rojhilatê Port-au-Prînceyê piştî ku 16 welatiyên Emerîkî û komeke misyoner a welatiyên Kanada û malbate hate revandin, banga ji bo grêva birçîbûnê zêdetir deng veda.

Li Haîtiyê van demên dawî gelek kes têne revandin. Çete cihên kontrolê datînin, mirovan direvînin, tecawizê li jinan dikin. Li dijî çeteyan ku her tiştî bi cezanekirinê dikin gel rabû ser xwe.

Kargeh, dibistan û saziyên îdarî ji duşemê û wir ve li paytextê girtî ne, kuçe xalî bûne.

Li kuçeyên Port-au-Prînce kêm wesayit xuya dikin.

Çeteyên ku bi salan e taxên hejar ên paytextê kontrol dikin, van salên dawî li paytext û derdora wê jî kontrola xwe zêde kirine.

Li gorî Navenda Analîz û Lêkolînê ya Mafê Mirovan ji 3 mehên pêşî yên sala 2021'an û wir ve ji 600'î zêdetir rûdanên revandinê çêbûne. Di eynî dema 2020'an de 231 rûdanên revandinê çêbûbûn.

Çete ji malbatên kesên ku revandine, li gel ku malbat hejar in jî pereyên ku bi dehan salan nikarin bistînin, dixwazin.

Li Haîtî bi salan e krîzeke giran a siyasî û aborî heye. 7'ê Tîrmehê piştî ku Serokkomar Jovenel Moîse ji hêla yekîneyeke komando a çekdar ve hate kuştin, nediyariya li welêt zêdetir bû.