ESP û SGDF li dijî tecrîda Îmraliyê li greva birçîbûnê dewam dikin
Endamên ESP’ê û SGDF’ê, roja duyemîn a greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê, serdana Nûnertiya DBP’ê ya Stenbolê kir.
Endamên ESP’ê û SGDF’ê, roja duyemîn a greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê, serdana Nûnertiya DBP’ê ya Stenbolê kir.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan li girtîgehan dane destpêkirin, berdewam e. Çalakiya greva birçîbûnê ku piştî di 16’ê Çileyê de li ber Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê ji bo 3 rojan hate destpêkirin, duh jî li Stenbolê hate destpêkirin. Endamên ESP’ê û SGDF’ê roja duduyan a çalakiyê, serdana Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Stenbolê kir. Di serdanê de tecrîd, rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafan li girtîgehan û têkoşîna li dijî vê hate nîqaşkirin.
Çalakî, wê sibehê li ber Girtîgeha Bakirkoyê daxuyanî bê dayîn û bi dawî bibe.