ESP û SGDF’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê dest bi greva birçîbûnê kirin
Endamên ESP û SGDF'ê li dijî tecrîda li Îmraliyê û êşkenceya li girtîgehan li ber Girtîgeha Kiriklarê dest bi greva birçîbûnê kirin.
Endamên ESP û SGDF'ê li dijî tecrîda li Îmraliyê û êşkenceya li girtîgehan li ber Girtîgeha Kiriklarê dest bi greva birçîbûnê kirin.
Endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li Îzmîrê li dijî tecrîda li Îmraliyê û êşkenceya li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.
Di çalakiya li ber Girtîgeha Buca ya Kiriklarê de pankarta "Em piştevaniyê mezin bikin, tecrîdê bişkînin" hatin vekirin dirûşmeyên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê têk bibe" û "Li dijî faşîzmê mil bi mil" hatin berzkirin. Daxuyanî ji aliyê Rêveberê ESP'ê ya Îzmîrê Bîrkan Polat ve hat xwendin.
Polat diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne û wiha got: “Ji ber girtî nayên berdan û bênavber tên sirgûnkirin. Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran, bi merîfeta ATK’ê terkî mirinê tên kirin. Mafê tedawiyê yê herî biçûk jî ji ber zexta lêgerîna nava dev û tedawiya li ser pêyan tên astengkirin. Bi qedexeyên li ser pirtûk, kovar û rojnameyan û bisînorkirina weşanan, astengkirina mafên sihbet, hevdîtin û nameyan ên bi rêya cezayên disiplînê yên keyfî û hwd tecrîda heyî hêj girantir kiriye. Di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî tê ferzkirin, di dema lêgerînên li hucreyan de hewldanên lînçkirinê çêdibin, girtiyan têxin hucreyên bisunger, tacîzên zayendî tên kirin, gef tên xwarin, çêr li girtiyan tên kirin û di dema lêpirsîna polîs/MÎT’ê de çerxa êşkenceyê dikeve meriyetê.”
'WERIN EM BIBIN YEK Û TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ MEZINTIR BIKIN'
Polat got ku, tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê berdewam e û wiha bi dawî kir: “Têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi dinyayê re bi tevahî hatiye qutkirin. Zexta faşîst û tecrîda li girtîgehan didome, eynika desthilatdariyê ye. Rejîma faşîst a Qesrê ji bo ku hebûna xwe bidomîne, serî li zêdekirina zext û terorê dide, hejmara girtîgehan zêdetir dike û tecrîda heyî hêj girantir dike. Ev rejîma zext û êşkenceyê, ji bo tepisandina serhildana rewa ya kedkar û gelên me vê dike. Ji bo vê jî gelek şoreşger û welatparêz, bi hezaran endam û rêveberên HDP’ê, parastvanên mafên mirovan, rojnamevan, parêzer û çalakvan di girtîgehan de ne. Lewma jî girtîgeh ne pirsgirêkeke ‘hundir’ lê ya ‘derve’ ye. Divê em piştevaniya xwe ya bi girtiyên siyasî re mezintir bikin. Ji bo ku girtiyên nexweş bên berdan, qedexe-sînorkirina weşanê bê rakirin, hevdîtin neyên astengkirin, maf neyên xespkirin, terora tecrîdê ya li Girtîgeha Îmraliyê li ser Abdullah Ocalan tê meşandin bi dawî bibe, ji bo ku Ocalan bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike, werin em bibin yek û têkoşîna yekbûyî mezintir bikin. Wer in em li taxan, li hewzayên karkeran, li kampûsan, li navendên bajaran, li pêşiya ATK’yan van çalakiyan mezintir bikin. Bi meş, daxuyaniyên çapemeniyê, grevên birçîbûnê, nivîsên li ser dîwaran, bi pankart û hwd. dengê girtiyan bilindtir bikin. Werin em wan dîwaran derbas bikin û piştevaniya xwe ya bi girtiyan re xurtir bikin.”