ESP: Hûn nikarin bi me, em ê bi ser bikevin
Partiya Sosyalîst a Çewisandiyan (ESP) nerazîbûn nîşanî destgîrkirinan da ku serê sibehê li dehan bajaran hat kirin û got: “Hûn nikarin bi me, em ê bi ser bikevin."
Partiya Sosyalîst a Çewisandiyan (ESP) nerazîbûn nîşanî destgîrkirinan da ku serê sibehê li dehan bajaran hat kirin û got: “Hûn nikarin bi me, em ê bi ser bikevin."
Desteya Rêveber a Navendî ya ESP’ê têkildarî operasyonên li 21 bajaran hat kirin ku navenda wê Amed e, daxuyaniyek nivîskî da û got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst vê siharê bi operasyonên ku li 21 bajarên ku navenda wê Amed e pêk anî, zêdeyî 150 kes destgîr kirin ku di nav wan de endamê HDP’ê, rojnamevan, parêzer û hunermend jî hene.”
ESP’ê ev tişt jî gotin: “Rejîma faşîst baş dizane ku hêzên şoreşger-demokratîk ji bo wê çiqas bi xeter e. Weke beriya beriya hilbijartinê, dixwaze hêzên rêxistinkirî yên gel teslîm bigire û biçe hilbijartinên 14’ê Gulanê.
Em bang li karker û gelê xwe yê çewisandî dikin ku li dijî êrîşkariya faşîzmê û polîtîkaya zextê ya li ser têkoşîna wekhevî û azadiyê, têkoşîna yekgirtî geş bikin.
Bila kesên destgîrkirî bên berdan!
Hêza we têra me nake, em ê serkevin!”