Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo plana Annan kontrol bike şandeya çavdêriyê ya ku şandî Sûriyeyê û di nav de 5 efserên Tirk jî hene, rêveberiya Esad vîze nedan wan 5 efseran. Ji ber sedema pirsgirêka vîzeyê efseran cihê xwe di şandeyê de negirt.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, NY ji bo avakirina şandeyek ya çavdêriyê li Sûriyeyê ji Tirkiyeyê leşker xwestin. Tirkiyeyê beriya mehekê navê 10 efseran dabû. NY jî ji van 10 navan ji bo Sûriyeyê 5 kes diyar kirin.
Lê belê ji bo ev leşker bikevin Sûriyeyê pêwîstiya wan bi vîzeyê hebû, rêveberiya Esad jî destûr neda. Rêveberiya Esad ku destûr da nûnerên welatên din lê destûr neda leşkerên Tirk.
Dosyaya leşkerên Tirk hêjan li ber Esad in, Enqereyê jî bi lêv kir ku hêviya wan nîne ku Sûriye vîzeyê bi de wan.