Erkdariya Sûriyê ya Erdogan çû Meclîsê

Erkdariya Sûriyê ya Erdogan çû Meclîsê

Erkdariya Serokwezaretiyê, ku erka Hikûmeta AKP'ê ya ji bo destwerdaneke leşkerî ya gengaz a li dijî Sûriyê saleke din dirêj dike, pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hat kirin.

Tê payîn Serokê Meclîsê jî di demeke herî kurt de erkdariyê bîne rojeva meclîsê û pêşkêşî dengdanê bike.

Ev hewldana Tirkiyê li demeke beriya Konferansa 2. a Cenevreyê rast hat, ku ji bo çareseriyeke siyasî ya krîza li Sûriyê tê payîn di nava meha Mijdarê de pêk were.