Operayona qirkirina siyasî ya hikÛmeta AKP’ê ya li hemberî BDP’ê dide meşandin û ji hevserokê wê bigire heta komîsyona taxê tê darizandi, bê navber didome. parêzer Meral Daniş Beştaş diyar kir ku operasyonên t ên meşandin wekê xebatên hilbijartinê yên AKP’ê ne û wiha got: “AKP ya ku hemû bername û daxuyaniyên BDP’ê sûc dibîne, divê îradeya gelê li ber çavan bigire. Operasyon hatine rewşeke wisa ku êdî tu sînorên wê nemane. Em bi tabloyeke xerab re rû bi rûne.
Hikûmeta AKP’ê operasyonên qirkirina siyasî li hemberî BDP’ê didomîne. Bi nêzîkb3una hilbijartinên herêmî re di meha dawî de li ÇewlÎk, Riha, Mereş û Amedê serokên BDP’ê hatin girtin. Ji serokên BDP’ê bigire heta hevserokan û her wiha heta komîsyonê taxê di bin zextan de ne. Panel û daxuyaniyên çapemeniyê wekî sûc tê dîtin.
Seroka Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya BDP’ê prz. Meral Daniş Beştaş , operasyonên ku beriya hilbijartinên herêmî bi taybetî tên meşandin ji ANF’ê re nirxand.
Beştaş da zanîn ku ev operasyon xebateke AKP’ê ya hilbijartinê ye û wiha got: “Operasyon û girtin di çarçoveya xebatên hilbijartinê de tê kirin. Ev helwesta AKP’ê rekabeteke ku demokratîk jî ji holê radike.”
XEBATÊN BDP’Ê ÎLEGAL ÎLAN DIKE
Beştaş da zanîn ku bi biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) parlamenteriya parlamenterê Amedê Hatîp Dîcle hate xistin û bi îdiaya ku propagandaya rêxistinê kiriye hate girtin û ligel vê 32 şaredar jî girtîne. Beştaş got ev girtin her roj zêde dibin û bi hezaran endam û rêveber girtîne.
Beştaş wiha pê de çû: “Bi awayekî bi ser BDP’ê de hatin û hemû endam û rêveber hatin girtin. Li Muş, Mereş, Riha, Çewlîk û Amedê tu serokên BDP’ê nemane. Tabloyek xeter heye. Serokê BDP a Çewlîkê Halîs Yurtsever herî dawÎ hate girtin. Bi hinceta tevli civîn û meşan bûye hate girtin. Bi giştî BDP’ê di bin zextê de ye. Mînak tenê 11 endamên şardariya Şirnexê li derve ne.”
Beştaş destnîşan ki rku hemû çalakî û daxuyaniyê BDP’ê sûc tê îlankirin û hemû îlegal tên nîşandan.
Beştaş wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şaredarên me di bin şopandinê ne. Dema dikevin şaredariyê Û dertên wêneyên wan tên kişandin. Ev di girteka şopandina fizîkî de wek delîl tên bikaranîn. Her wiha ji bo BDP’ê jî wisaye. Dema diçin BDP’ê jî sûc tê dîtin. Opersyon hatine asteke wisa ku sînor nemaye. Ji xwendina notên hevdîtinê bigire heta çûyîna BDP’ê ji daxuyaniyê bigire heta panelê hemû sûc tên dîtin. Tu standarteke demokrasiyê ya tirkiyeyê tune. Der barê kesên hatine hilbijartin ji endamtiya KCK’ê bo wan fezleke hatiye amadekirin. Gelê ger ku ev hervsreokên BDP’ê ger ku endamên KCK’ê bin wê demê em bi mîlyonan kesî bikin ku derê? Ev bi darazê nayê çareser kirin. Em dibêjin ancax bi muzakere û dîalogê çareser bibe. divê îradeya gelê kurd li ber çavan bê girtin.”