Êrîşên komên çete li ser welatiyên Kurd didomin
Êrîşên komên çete li ser welatiyên Kurd didomin
Êrîşên komên çete li ser welatiyên Kurd didomin
Komên çete yên girêdayî DAIŞ'ê û Tugaya El-Tewhîd welatiyan li ser rêya di navbera Heleb û Efrînê de radiwestînin û welatiyên Kurd direvînin.
Komên çete yên girêdayî DAIŞ'ê û Tugaya El-Tewhîd welatiyan li ser rêya di navbera Heleb û Efrînê de asteng dikin û welatiyên Kurd direvînin. Rêya di navbera Heleb û Efrînê de ev demeke di bin destê komên çete yên DAIŞ'ê û Tugaya El-Tewhîd de ye û li ser vê rêyê welatiyên Kurd direvînin.
Êrîşên komên çete yên girêdayî DAIŞ'ê û Tugaya El-Tewhîd li dijî welatiyên Kurd re li ser rêya di navbera Heleb û Efrînê de berdewam in û roj bi roj zêde dibin. Çeteyên li ser rê radiwestin heta çenteyên jinan be jî kontrol dikin û ji wan dipirsin Kurd in an Ereb in.Dema diyar dibe ku Kurd in, ji tirompêlê dadixin û dibin cihên nediyar û li wir rastî îşkenceyan tên kirin. Komên çeteyên DAIŞ û Tugaya Tewhîd welatiyê bi navê B. S. tenê ji ber ku Kurd revandin, hemû pere û tiştên wî ji standine û lê îşkence kirine.
Hin welatiyan ji wan diyar kirin ku dema kesek gotina "DAIŞ" bilêv dikin, 200 çopan ji destê çeteyan dixwe.
Komên çeteyên DAIŞ û Tugaya Tewhîd ev çend meh in herêma Efrînê dorpêçkirine û nahêlin madeyên xwarin û dermanan derbasî herêmê bibin. Her wiha taxên Kurdan ên bajarê Helebê heman rewşê jiyan dikin.