BI DÎMEN

Êrîşa li Brûkselê li pêşiya Sefaretxaneya TC tê protestokirin

Kurdistaniyên ku bihîstin li paytexta Belçîka Brûkselê Kurdên ku ji bo dengê xwe bikar bînin, AKP’iyan bi kêran êrîşî wan kirine, li pêşiya Sefaretxaneya Tirk kom bûn û êrîş protestokirin.

Di êrîşa îro ya li hember Kurdên de ku ji bo referandûma 16’ê Nîsanê li Sefaretxaneya Tirk a li paytexta Belçîka Brûkselê bikar tanîn, Sûltan Ûgraş, Mehmet Yaşar û Hasan Acar birîndar bibûn.

Kurdistaniyên ku êrîş bihîstin, herikîn cihê bûyerê. Kurdistanî û dostên wan ên ku li pêşiya Seferetxaneyê kom bûn, bi dirûşman êrîşên dewleta Tirk û AKP’ê şermezar kirin.