Erdogan: Me ji bo BDP’ê ferman da darazê, ya pêwîst dike

Erdogan: Me ji bo BDP’ê ferman da darazê, ya pêwîst dike

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya îro da de diyar kir ku wî piştî ku parlementerên BDP’ê û gerîlayên HPG’ê li navçeya Şemizînanê li rastî hev hatin, fermana êrîşên lîcan ên hatine destpêkirin daye. Erdogan got ku jî ji bo BDP’ê ferman da dadgehê jî.

Erdogan di axaftina di civîna partiya xwe de kir de, careke din BDP’ê kir hedef. Erdogan BDP’ê weke “Duvikê PKK’ê” bi nav kir û got; “Ger di bin siyas çekan de bi zorê dengê xwe didin partiya duvikê rêxistina terorê, ev yek ne demokrasî ye. Tu ferqa CHP’ê ji partiya ku dûvika rêxistina terorê ye tune ye. CHP weke tûtîyan (pabaxan) gotinên BDP’ê dubare dike.”

Erdogan der barê rakirina mafê destnedanê yên parlementerên BDP’ê de wiha axivî:

“Ger ne ji kamera û mirovan bûya, vana dê destê efendiyên xwe maç bikira. Dê ji efendiyên xwe yên terorîst çend qûruş pere werbigirta. Ev xwîna bi destê van terorîstan ve bi pişta van parlementeran ve bûne. Ger ji bo xwe li cihek rehettir digerin, min navnîşan daye wan, bilabiçin Qendîlê. Lê ger dê di nava vê parlementoyê de têbikoşin qanûn çi dibêje, huqûq çi dibêje, dê ew jî li gorî wê tevbigerin, ew neçar in. Me ji xwe tişta pêwîst ji darazê re got. Tişta pêwîst dikin, em jî dê di parlementoyê de tişta pêwîst bikin.”

Erdogan da zanînî ku wana ferman daye darazê û bi vî awayî da diyarkirin ku “piştî ku darazê fermanê bi cih anî”, ew jî dê di parlementoyê de “ya pêwîst” bikin.

Ev lixwemikûrhatina Erdogan di cîhana nûjen de pir kêm tê dîtin û Erdogan bi xwe fermanda ye “Daraza serbixwe ya Tirk”.

Gava ji bo desthilatiya Enqereyê pirsgirêka Kurd dibe mijar, di serî de hemû demokratîk û hemû qûralên huqûqê bi temamî tune tênhesibandin. Beriya niha ji bo vê yekê qilif û kirasek dihate çêkirin. Lê Enqereya îro di bin serokatwezareta Erdogan de pêwîstî bi vê yekê jî nabîne.

Erdogan bi aşkereyî radigihîne ku ew “Daraza bilind a serbixwe ya Tirk” bi xwe ve girêdaye.

Erdogan li şûna bi daneyên şênber bersivê bide daxuyaniyên Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku gotibû herêmek berfireh a Şemizînanê di bin kontrola gerîlayan de ye, got:

“Em dibînin ku çapemeniya civakî bi kar tînin û vê yekê dikin nûçe. Dibêjin vir hatiye terikandin. Mirov ji xwe şerm dike, fedî dike. Niha tu kesek nikare bêje metre damek ne di bin kontrola me de ye.

Hûn çima li gotinên hevserok guhdar dikin? Ger rûyê wî hebûya, dê nehata Parlementoyê, dê biçûya Çiyayê Qendîlê. Tu bi kîjan rû tê di parlementoyê de sond dixwî û dibêjî 400 kîlometre di bin kontrola rêxistina terorîst de ye. Ger hûn ji xwe re li cihek rehet digerin, herin Qendîlê. Gelo ev mirovan e dibin xwazîginiyên desthilatiya vî welatî?...”