Erdogan 'Lihevkirina' Cemîl Çîçek negirt ser xwe

Erdogan 'Lihevkirina' Cemîl Çîçek negirt ser xwe

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bertek nîşanî banga Serokê Meclisê Cemîl Çîçek ya ‘Lihevkirina Neteweyî’ da û wiha got: “Weke hemwelatî Cemîl Çîçek dest bi vê hewldan kiriye. Lê xwezî bi cîgirên serokê komên partiyan re hevdîtin pêk bianiya û ev pêk bianiya.” Li gorî Erdogan ji xwe di metna lihevkirinê de her tiştê hatiye ziman ji xwe hatiye kirin.

Metna Lihevkirinê ya serokê Meclisa Meclîsa Tirkiyeyê Cemîl Çîçek ku naveroka wê gelek qels e û tu daxwazên kurdan nayne cih û her wiha piştgiriya tu partiyekê nagire, ji aliyê Erdogan jî nehat qebûlkirin. Ev metn di Navenda AKP’ê û Lijneya Rêveberiyê (MYKK) de di 29’ê tebaxê roja çarşemê hate nirxandin.

Ev hewldana Çîçeke ji aliyê hin kesan ve wekî pêngaveke erênî hate dîtin. Erdogan bertek nîşanê vê pêngavê da û wiha got: “Ji xwe ew jî dibêje, wekî welatiyekê dest bi vê hewldanê kiriye. Lê xwezî bi serokên komên partiyên Meclisê re hevdîtin bikira. Wê demê dê îradeya hevpar a meclisê derketa holê. lê wisa nebû. Ji xwe ji tu partiyekê jî piştgirî negirt. Tiştên ku xwestiye jî ji xwe me wekî hikûmet pêk aniye.”

Cigirê Serokê Giştî yê AKP’ê Huseyîn Çelîk jî heman rojên daxuyanî da çapmeniyê û wiha got: “Ev teklîf bi niyeteke baş hatiye kirin. Watedar e. Lê li gorî usul û rêbazê hin pirsgirêkên wê hene.”