Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî kongreya partiya xwe ya li Amedê û beşdarî vekirina hin cihan bibe hat Amedê.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan tevî keça xwe û hevsera xwe hat Amedê. Li Balefirgeha Amedê ji aliyê Wezîrê Tirk ê Çandinî û Ajalvaniyê Mehdî Eker, Wezîrê Geşedanê yê Tirk Cevdet Yilmaz, Wezîrê Aborî Mehmet Şîmşek, Wezîrê Gihandin, Deryavanî û Ragihandinê Bînalî Yildirim, Weliyê Amedê Mustafa Toprak, Midûrê Emniyetê Mustafa Saglam û AKP’yiyan ve hat pêşwazîkirin.
Nehiştin rojnamevan bikevin balefirgehê. Erdogan tevî wezîrên xwe li otobûsa partiya xwe siwar bûn û di bin tedbîrên xurt ên ewlekariyê de ji bo beşdarî kongreya partiya xwe bibe çû Salona Sporê ya Seyrantepeyê.