'Erdogan ketiye rewşa Menderes'

'Erdogan ketiye rewşa Menderes'

Prof. Haluk Gerger tezkereya şer a ku duh ji aliyê Meclîsa Tirk ve hate pejirandin nirxand û hukûmeta AKP’ê ji bo handana Sûriyeyê tişta ku hukûmeta Menderes beriya 55 salan kir, dike. Gerger got; “Erdogan ji niha ve ketiye rewşa Menderesê ku pir jê hez dike. Bûyer evqas aşkere ye. Em bi heman awayê trajedî-komîk li heman filmî temaşe dikin. Yên ku dimirin siviîl in, mirovên bêguneh in."

Pisporê Rojhilata Navîn Prof. Halûk Gerger tezkereya ji aliyê meclîsa Tirk ve hate pejirandin nirxand û got; “Nirînek pûç e”. Gerger hukûmeta AKP’ê hişyar kir û diyar kir ku ger hûn vê polîtîkaya xwe bidomînin, sibê dusibe, hûn dê binêrin di nava şer de ne.

Gerger destnîşan kir ku tezkere ne tiştek balkêş e û got; “Ji destpêkê ve dihat dîtin ku dê ev yek heta vê derê were û dê xirabtirk jî bibe. Ji ber ku Tirkiyeyê li ber çavên hemû cîhanê rola sorkirina şer hilgirtiye.”

TIRKIYE DIBE MUDAXILÊ ŞERÊ NAVXWEYÎ YÊ LI SÛRIYEYÊ

Gerger diyar kir ku hukûmeta AKP’ê her tim Sûriyeyê han dide û got; "Piştgirî dide çalakiyên teror û sabotajê yên li Sûriyeyê. Muxalefetê bi rêxistin dike û çekdar dike. Dibe mudaxilê şerê navxweyî yê li Sûriyeyê. Tirkiye li Sûriyeyê bûye aliyek ê şer. "

AVÊTINA TOPÊK QEZA YE

Bi ya Halûk Gerger ketina topa li Akçakaleyê qeza ye û wiha dibêje: "Avêtina topan wiha ye. Hedefên xwe derbas dikin. Li wir şerek heye. Çekên giran tên kararanîn. Ew çek carna 50 û carnam jî 100 metre dibin sedema bûyerên xemgîn. "

Gerger diyar kir ku divê Tirkiye bi sebir nêzîkê vê yekê bibe û got; "Tirkiye dikare lêkolînek berfireh bixwaze, dikare tazmînat bixwaze. Lê vê nake, hema dest bi galgaleyên şer kiriye. "

Gerger destnîşan kir ku helwesta îro ya Tirkiyeyê dişibe helwesta hukûmeta 55 salan beriya niha û mînaka tiştên ku di 1957’ê de qewimîn da; "Tirkiye di sala 1955’ê de ji bo rejîma Sûriyeyê were guhertin, bi Amerîka û Îngilîstanê re tevgeriya. Hemû belge aşkere ne. Tirkiyeyê 50 hezar leşker şand sînor, balefirên şer firand, ji bo şer li ser sînor çêbibe, hin gundên sînor bûmbebaran kir, gundiyên Sûriyeyê revandin. Ji bo handana Sûriyeyê ji bo zemînê dagirkirinê amade bike, ji bo pevçûnek çêbibe û dixwaze vî sucî biavêje stûyê Sûriyeyê. Binêrin heman tişt 55 salan careke din dikin. Lê çi bû wê demê? Nasir got ku : 'Bila Tirkiye ji bîr neke ku cîranên wê yên pir bi hêz hene' û Yekitiya Sovyetê destnîşan kir. Û wê demê Kruşçev li Amerîkayê, li New York civînek çapemeniyê li dar xistin û got ku ‘Ger Tirkiye wiha bidomîne, şer dê çêbibe. Ger şer çêbibe, Tirkiye nikare 24 saetan li ber xwe bide, lê Tirkiye êdî ne meseleya Tirkiyeyê ye, ger roket bêne avêtin, kes nizane dê li ku bikevein. '

Gef li Amerîka û Îngilîstanê jî xwar. Îngilîstan û Amerîkayê paşde gav avêtin. Hukûmeta Menderes rê li ber şerekî vedikir. Heta gotin 'Ka em alîkariyê bidin IMF’ê Tirk rehet bibin. Binêrin, îro NATO, Neteweyên Yekbûyî îro dibêjin em li pişt Tirkiyeyê ne, li aliyê Tirkiyeyê ne, lê her kes vê jî dibêje: Ji ber qezayên wiha şer çênabe. Ger ev şer mezin bibe, ewlekariya hemû cîhanê dikeve metirsiyê. Ji ber wê jî divê Tirkiye baldar be. NATO jî vê dibêje, Amerîka jî dibêje. Lê Erdogan ji niha ve ketiye rewşa Menderesê ku pir jê hez dike. Bûyer ev qas aşkere ye. Em bi heman awayê trajedî-komîk li heman filmî temaşe dikin. Yên ku dimirin siviîl in, mirovên bêguneh in. "

Gerger bal kişand ku di mijara destwerdanê de di qada navneteweyî de tu kesek destekê nade Tirkiyeyê û hêza Tirkiyeyê tune ye ku dînîtiyek wiha bike.

MANTIQA OBJETÎFT A BÛYERAN DÊ WE DERBAS BIKIN

Gerger herî dawî ji bo tezkereyê ev tişt got; "A rast ev nirînek bê wate ye. Nirînek pûç e, lê ger hûn wiha berdewam bikin û sibê dusibe dê mantiqa objektîf we derbas bike, di carekê de hûn ê bibînin di nava şer de ne. Wê demê dê karesat çêbibin. Dê Îran bikeve nav, Hizbullah nav, Rûsya bikeva nav, Îngilîstan bikeve nav, Amerîka bikeve nav, dê tevahiya herêmê di nava agir de bimîne. Dibe ku di van karesatan de bi hezaran, dehhezaran, belku bi milyonan mirov bimirin. Ji ber wê jî gava Tirkiye li hemberî dewletê din blof bike, divê baldar be. Bi rastî hukûmeta AKP’ê xwe wenda kiriye, ji ber wê jî rîskên wiha hildigire. Hewaleyê Xwedê dike. Hemû cîhan ji vê rewşa Tirkiyeyê bi fikar e. "