Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo balefira Tirk a ku ji aliyê Sûriyeyê ve hatiye xistin, dest bi hevdîtina bi serokên partiyên komên wan di Meclîsê de hene kir.
Erdogan destpêkê bi Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû re hevdîtin pêk anî. Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû, Serfermandarê 2’emîn ê Artêşa Tirk Orgeneral Hulusî Akar, Alîarê Serokê CHP’ê Faîk Oztrak û Parlementerê CHP’ê Osman Koru turk jî beşdarî hevdîtinê bûn. Civîn demjimêr di 14.00 dest pê kir û berdewam dike.
Tê payîn ku Erdogan piştî hevdîtina bi Kiliçdaroglû re bi Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî û piştre jî bi Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş re hevdîtin pêk bîne.