Erdogan: Hevdîtinên Osloyê bi fermana min pêk hat

Erdogan: Hevdîtinên Osloyê bi fermana min pêk hat

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di merasimek li Navneda Kongreyê ya Halîç a Stenbolê de axivî û diyar kir ku hevdîtinên li Osloyê yên di navbera PKK û dewletê de bi fermana wî pêk hatine.

Erdogan careke din êrîşê çapemeniyê kir û got; “Dibêjin Serokwezîr gelek bi ser medyayê de diçe. Ma min dê çi bikiriba, min dê destê xwe bi serê we anîbûya? Ez careke din dibêjîim. Ez careke din dibêjin. Têkoşîna bi terorê re naşibe ji tengavê meyzandina dîmen e. Mehmedên min şehîd dibin, lê evane bi lingê çapemeniyê re mijûl dibin.”

‘HEVDÎTINÊN OSLOYÊ JI BO TUNEKIRINA PKK’Ê BÛN!’

Erdogan bal kişand ser gotûbêjên li ser Hevdîtinên Osloyê yên di navbera PKK û dewleta Tirk de pêk hatin û diyar kir ku wî bi xwe fermana vê yekê daye. Erdoganê ku beriya niha gelek caran vê yekê înkar dikir got; “Ka kê van belgeyên beredayî dane CHP’ê bila aşkere bikin. Êdî CHP jî hatiye rewşek wisa mirov nikare cidî bigire. CHP dikare belgeyên ku di Kongreya Enternasyonalîsta Sosyalîst de îmze kir, bi van belgeyan veşêre. Hemû belgeyê bê îmze ne rast in. Ger em ber bi paş ve gav biavêjin, welatê me, gelê me dê wenda bike. Em ê vê carê ji belaya terorê rizgar bibin.”