Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan daxuyaniyên bi nakokî da û got ku ger PKK çekan denye, hukûmet jî dê operasyonan mînîmîze bikin û da zanîn ku ew bi BDP’ê re rûnanin li ser maseyan.
Erdogan di NTV de bersiv da pirsên rojnamevanan û pêvajoya Osloyê nirxand. Erdogan diyar kir ku wî Rawêjkarê MÎT’ê yê wê demê Emre Taner şandiye Îmraliyê û piştre şandiye Osloyê û wiha domand; “Piştî wê min Hakan Fîdan Beg jî şand. Gerem niha pêwîstî pê bibînin em ê pêngavan biavêjin. Hemû rêxistinên îstîxbartî yên cîhanê van karan dikin.Niha MÎT kengî pêwîstî pê bibîne dikare pêngavek wiha biavêje. Ger dema wî hat em ê vê pêngavê biavêjin.
MIN FÎDAN PEYWIRDAR KIR
Erdogan careke din çapemeniyê rexne kir û îdîa kir ku piştgirî nadin wî. Erdogan got; “MÎT’ê di hevdîtinên xwe yên bi girav (Îmrali) û yên li Osloyê re pir jidil, zelal û aşkere helwesta xwe nîşand a. Li pişt van pêngavên rawêjkarê min kî hebû, ez hem. Ji ber ku min wî hevalê meanî wir. Min wî peywirdar kir. Wê demê hesabê ji min bipirsin. “ Erdogan kesên malovaniya hevdîtina Osloyê jî rexne kir û diyar kir ku ji niha û pê ve civînên xwe yên li Norwecê binirxînin.
LEŞKER LI COLEMÊRG Û ŞIRNEXÊ ZORIYAN DIKIŞÎNIN
Erdogan qebûl kir ku leşker li Colemêrg û Şirnexê di tengasiyan de ne û got, “Hev her du herêm cûda ne. Bi taybet cîwarbûnên li Colemêrg û Şirnexê û têkoşîna li wir tê meşandin hinek cûdaye. Ez weke kesek li vir geriyaye û dîtiye, em dibînin ku têkoşîna li vir ji bo leşker û polîsên me çiqas zor e.
Erdogan îdîa kir ku li ser herêmê tu serweriya gerîlayan tune ye û got; “Rêxistina terorê xwestiye serweriya herêmê bixe destê xwe, lê bi ser neketiye.” Erdogan kesên daxwaza aşitiyê dikin rexne kir û got; “Radibin dibêjin bila çek bê deng bibin. Bêdengbûna çekan ne çareserî ye, çareserbûna çekan çareserî ye. Ger rêxistina terorê çekan deyne, em ê weke hukûmet operasyonan mînîmîze bikin. Polîs û leşker çekan nadeynin. Me bi çûyîna Îmrali û Osloyê pêngavên herî bi biryar ên ji bo çareseriyê avêtine.”
Erdogan destnîşan kir ku dibe hevdîtinên nû yên bi PKK û Ocalan re pêk bê, lê li aliyeke din diyar kir ku ew bi siyasetê (BDP) re muzakere nakin. Erdogan diyar kir ku CHP ji bo çareseriyê bang dike ku hemû partî bên ba hev û îdîa kir ku hukûmet tu carî ji hevdîtinan dûr neketiye. Erdogan bal kişand ser rasthevhatina gerîla û parlementerên Kurd û diyar kir ku ew bi wan re li ser mase rûnane.
LI ALIYEKÊ HEVDÎTIN RED DIKE, LI ALIYÊ DIN GOT BDP HÊZ E
Her çendî Erdogan hevdîtinên bi rêveberên BDP’ê re red kir, lê qebûl kir ku li herêmên Kurdan BDP reqîbê wan e û got; “Li herêmê (bakûrê Kurdistan) du partî hene. BDP û AKP.” Her wiha Erdogan piştgirî da hewldanên ji bo rakirina mafê destnedana parlementerên BDP’ê jî.