Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan di Kongreya AKP’ê ya Bajarê Qeyseriyê de axivî û Rojnameya Wall Street Journal ya ku nivîsî Sûriyeyê balefira Tirkan di qada hewayî ya xwe de xistiye bi nemerdiyê sûcdar kir. Erdoganê ku têkildarî pirsgirêka Kurd de behsa xwînsariyê dike, PKK’e ya ku bi “Zerdeştiyê” binav dike, heqaret lê barandin.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan tevlî Kongreya AKP’ê ya Bajarê Qeyseriyê bû. Erdogan Rojnameya Amerîkayî ya binavê Wall Street Journal ku nivîsî bû Sûriyeyê balefira Tirkan di qada hewa ya xwe de xistibû bi nemerdiyê sûcdar kir.
Rojnameyê beriya niha jî di mijara komkujiya Roboskiyê de jî, rolê DYA’yê yê di komkujiyê de biraporan deşîfre kiribû, Erdogan gotin anî vê yekê jî û îdîakir ku; “Heman rojnameyê weşanek cûda kir, nûçe hate derewandin.” Erdogan aşkera kir ku, rojname nûçeyên rastiya wan tuneyî diweşîne.
Erdogan nûçeyên ku ev rojname diweşîne girêdayî hilbijartinên DYA’yê kir û got; “ Ev rojname li ser navê tevgereke siyasî tevger dike. Helwestekê li hember serok Obama didane. Li vir jî piştgiriyên vê rojnameyê hene. Ne girêdayî agahiyên me yên teknîkî û diplomatic em didin na, li gorî nûçeyên wê rojnameyê nûçeyan çêdikin. Dibêje “Çavkaniya Baweriyê” kîjane ew çavkanî aşkera bike. Nemerdî li pişt derî geriyane. Ev rojname nemerde. Yên baweriya xwe bi vê îdîayê jî tînin di şûpa nemerdiyê de diçin.”
Erdogan di axaftina xwe de balkişand ser êrîşa 25’ê Gulanê ya li ser qereqola Pinarbaşi ya polîsan û îdîakir ku, “PKK’ê bi çalakiya xwe bajarê Qeyseriyê “Bajarê hizûr yê biratiyê” nedizanî, di vir de biratî hatiye hedef girtin.
Erdogan ku PKK’ê weke ‘Zerdeştî’ bi nav dike, WSJ’ yê jî bi‘nemerdiyê’ sûcdar dike û her wiha xwe negirt û heqaret li BDP’ê jî kir. Erdogan bê ku bi nav bike behsa BDP’ê kir, ku siyasetê di bin siha PKK’ê dike, banga “mesafeyê bêxe navbera xwe û terorê” kir. Dîsan Erdogan bê ku nav bide got; “Kesên di nava vê partiyê de xeletiyan dibînin û rûyê terorê yê bixwîn dibînin, bi cesaret derdikevin û rastiyan dibêjin.”
Erdogan îdîakir ku, “Em dixwazin ku li ser pêvajoyan bixwînsarî tevbigerin. Em daxwaz dikin di vî welatî de pirsgirêk yek bi yek bên çareserkirin û biratî pêkbê.”