Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, di civîna li Navenda Giştî ya AKP’ê de axivî û careke din BDP’ê sucdar kir. Erdogan gef li parlementerên BDP’ê xwar û got; “Ji bo rakirina destnedanê, em ê di meclîsê de tişta pêwîst bikin.”
Erdogan di axaftina di civîna partiya xwe de kir de, careke din BDP’ê kir hedef. Erdogan BDP’ê weke “Duvikê PKK’ê” bi nav kir û got; “Ger di bin siyas çekan de bi zorê dengê xwe didin partiya duvikê rêxistina terorê, ev yek ne demokrasî ye. Tu ferqa CHP’ê ji partiya ku dûvika rêxistina terorê ye tune ye. CHP weke tûtîyan (pabaxan) gotinên BDP’ê dubare dike.”
Erdogan banga “herin çiyayê Qendîlê” li BDP’yiyan kirin û ji bo rakirina mafê destnedana parlementerên BDP’ê got; “Ji bo rakirina destnedanê, em ê di meclîsê de tişta pêwîst bikin.”