serokwezîrê tirk Recep Tayyîp Erdogan di vekirina foruma aboriyê yacihanê de axivî û daxwazên gelê kurd û komkujiya Roboskê li ber çavan negirt û wiha got: “Êdî divê wijdan jî global bibe. di mijara Suriyeyê de helwesta Tirkiyeyê diyare. Em dixwazin daxwazên gelê kurd bên nirxandin.”
Erdogan vekirina Foruma Aborî a Cîhanê ya Ewrasyayê, Bakurê Efrîkayê û Rojhilata Navîn de ku ji aliyê Foruma Aborî a Cîhanê de hate pêk anîn de axivî û ji pêkanîna forumê a li Tirkiyeyê de kêfxweşiya xwe anî ziman. Erdogan îdia ki rku dê Tirkiye di warê aborî de ji welatên din re bibe mînak.
Erdogan ku pesnê aboriya Tirkiyeyê ku di 10 salên dawî de paş ve çûye kir û wiha got: “Tirkiye ji her tiştê ku bawerî û îstîkrara wê texrîb dike direve. Tu carî derfetê nade populîzmê. Di gelek mijaran de reformê dike. Em aboriyê hesas îdare dikin.” Erdogan îdia kir ku tiştekî ji gel venaşêrin.
ZAROKÊN FILÎSTÎNÊ DIKUJE, YÊN KURD QETIL DIKE
Erdogan di berdwamiya diyar kir ku li Filîstînê zarok û jin bi bombeyên fosforê tên qetilkirin. Lê ya balkêş ev bû Komkujiya Roboskê ji nedîtî ve hat. Erdogan wiha got: “Em her tim bal dikişînin ser meseleya Filîstînê. Birayê me ne, xwişkê me ne. Zarok , jin bi bombeyên fosforê tên kuştin.”
ARTÊŞA TIRK JÎ FOSFORÊ JÎ BAŞ DIZANE!
Di encama êrîşa artêşa tirk a kîmyasalê de di 20 salên dawî de nêzî 470 gerîla hatin qetilkirin. Gelek caran dîmenên fosfor, gaza jehrî û bombeyên misket yên qedexekirî hatin nîşandan. Li gorî ÎHD’ê di dema desthilatiya AKP’ê de 170 zarokên Kurd hatin qetilkirin. Di 10 salên dawî de bi hezaran zarok hatin girtin. Di komkujiya Roboskê de 19 zarok hatin kuştin.
Erdoganê ku dibêje pirsgirêka kurd tune, hemû daxwazên gelê kurd tune dike û welatên erebe jî ji bo daxwazên gel hişyar dike.
BÊ WICDANIYA GLOBAL!
Erdogan di mijara Suriyeyê d ejî diyar kir ku niyeta wan tuneye ku tevli karê wan yên hundirîn bibe.
Erdogan wiha got: “Me xwest em tecrubeyên xwe ragîhinin nûnerên welatên erebe. Me welatên ereb di warê daxawzên gel de hişyar kir. helwesta Tirkiyeyê di mijara Suriyeyê de diyare. Derdê me ne ev ku em teli karên Suriyeyê bibin. Em dixawzin bala rayagiştî li vê herêmê be. Cihana ku êdî guheriye globaliyê êdî divê wijdan jî global bibin.”