Erdogan: Dikarim bi Zana re hevdîtin pêk bînim

Erdogan: Dikarim bi Zana re hevdîtin pêk bînim

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ger Parlementera Amedê Leyla Zana daxwaza hevdîtinê bike, ew dikare pêre hevdîtin pêk bîne. Erdogan careke din dubare kir ku heta PKK çekan nedeyne operasyon jî dê bidomin.

Serowekzîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan beriya serdana xwe ya Meksîkayê li Balefirgeha Esenbogayê civînek çapemeniyê li dar xist û daxuyaniyên Leyla Zana yên di rojevê de nirxand.

Erdogan diyar kir ku heta niha Zana ji wî daxwaza hevdîtinê nekiriye û got; “Lê ger weke parlementerekê daxwazek wiha ji min bike, ez ji hevdîtinê narevim. Daxuyaniyên ku Birêz Zana dane, encamên ezmûnên bi salan in.”

Erdogan careke din BDP’ê bi ne jidliyê rexne kir û got; “Ger alî ji dil bin, dê ev pirsgirêk çareser bibe” û got ku divê PKK çekan deyne. Erdogan careke din dubare kir ku heta PKK çekan nedeyne operasyon jî dê bidomin.