Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya der barê balefira Tirk a ku ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve hat xistin de got; “Dostaniya Tirkiyeê çiqas bi nirx be, bila baş were zanîn ku xezeba Tirkiyeyê jî ewqas dijwar e. Erdogan gef li Sûriyeyê xwar, zilma xwe nedît û çû beriya 9 sedsalan.
Erdogan di civîna koma partiya xwe ya meclîsê de axivî û got; “Sûriyeyê ne li peravên xwe li balefira me xistiye, li avên navneteweyî balefira me hatiye xistin.
DILÊ ERDOGAN JI BO MÛSIL Û XEZZEYÊ LÊ DIXE
Erdoganê ku her roja Başûrê Kurdistanê bombebaran dike û heta niha hesabê Roboskî nedaye got; “Vî welatî di dema xwe de ji bo Saraybosna, Kosova dilê xwe daniye holê. Ev gel ji bo Qabîl, Bexda, Hewlrê, Musil, Helebê dilê xwe daniye holê.”
DÎSA GEF XWAR
Erdogan di axaftina xwe dîsa gef xwar û got; “ Ez bi baldarî vê yekê dibêjim. Dostaniya Tirkiyeyê çiqas xurt be, xezeba wê jî ewqas dijwar e.” Erdogan çû beriya 9 salan û diyar kir ku Sultanê Selçûqiyan, Taa Îznîk, ji bo Şam û Qudisê şer kirine û got; “Selahedînê Eyûbî ji bo Qudis û Şamê şerek destanî kiriye!.”
“TIŞTA PÊWÎST DÊ BÊ KIRIN”
Erdogan wiha domand; “Agahiyên ku dibêjin Sûriyeyê vê êrîşê bi zanebûn kiriye di destê me de hene, em lêkolîn li ser dikin. Ez li vir ji bo hemû cîhanê bi aşkereyî dibêjim. Tirkiyeyê dê di çarçoveya maf û hiqûqa navneteweyî de mafê xwe yê li hemberî vê yekê bi kar bîne.
Em dibînin ku rêveberiya Sûriye ji bo gelê xwe bûye mîna tehdîdekê. Lê bi vê bûyera dawiyê Esad êdî ji bo Tirkiyeyê jî bûye weke tehdîdek. Êdî ketiye astek nû. Dê hemû hêmanên leşkerî yên ji Sûriyeyê nêzî sînorên Tirkiyeyê dibin, weke tehdît bêne nirxandin û dê li hemberî vê tevgere hebe. Em li vir rêveberiya Sûriyeyê hişyar dikin ku vê xeletiyê neke.
Komara Tirkiyeyê baş dizane çi kiriye û dê çi bike. Em weke Tirkiye nakevin kemîna şer. Lê em li hemberî xistina balefira me li avên navneteweyî jî bê deng namînin. Em di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bi ser vê meseleyê de biçin. Gelê Sûriyeyê birayê me ye. Heta gelê Sûriye ji vê dîkdatoriya dest bi xwîn rizgar bibe, Tirkiye dê piştgirî bide gelê Sûriyeyê.”