Erdogan careke din gotinên xwe dubare kir

Erdogan careke din gotinên xwe dubare kir

Serowezîrê Tirk û Serokê Giştî yê AKP’ê beriya 4’emîn Kongreya AKP’ê kanal bi kanal geriya û xwest hêviyek di nava raya giştî ya Tirkiyeyê de ji bo pirsgirêka Kurd çêbike, lê belê Erdogangotinên xwe yên berê dubare kir. Erdogan careke din gotina “terorê” dubare kir û got ku ew ê têkoşîna li dijî PKK’ê bidomînn

Erdogan di kongreya partiya xwe de axivî û hemû îdîayên ku digotin “dê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nexşerêyek nû aşkere bike” derewand û axaftinên xwe yên berê dubare kir.

Erdogan careke din axaftinên xwe bi helbestan dest pê kir û bal kişand ser konsepta xwe ya şer a ji bo pirsgirêka Kurd. Erdogan diyar kir ku ew bi leşker û polîsan şerê PKK’ê dikin” û îdîa kir ku ew di têkoşîna li dijî PKK’ê de bi tenê ne, rexne li CHP’ê kir.

Erdogan careke din got “birayên min ên Kurd û wiha domand; “Me ji bo birayên xwe yên Kurd bi sedan pêngav avêt; divê birayên min ên Kurd jî li hemberî van pêngavan tenê pêngavek biavêje” û ji Kurdan xwest ku dest ji PKK’ê berdin. Erdogan careke din peyama çareseriya bê BDP’ê da û got, “Werin em pirsgirêkê ne bi yên terorîstan hembêz dikin re, bi we re çareser bikin”.

Her çendî Erdogan behsa hevdîtinên li Oslo û Îmraliyê kir, lê balkêş bû ku di kongreyê de qet bal nekişand ser vê mijarê.