Erdogan: Biryara dawî ya Komîsyonê wê tevkariyê li pêvajoyê bike

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di dema vegera xwe ya ji Efrîqaya Başûr de daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku biryara Komîsyonê ya çûyîna Îmraliyê ‘dê pêşiya pêvajoyê veke’.

Erdogan di daxuyaniya dayî rojnamevanan de got, “Hem diyaloga me ya nêz a bi Birêz Bahçelî re hem jî ya hevalên me ya bi muxatabên li MHP’ê re heye. Her wiha em şandeya DEM Partiyê jî bi periyodên diyar qebûl dikin. Bi vê modela xebatê re me pêvajo heya vir bêbela û bêqeza anî.”

Erdogan ev tişt jî got, “Komîsyon di riyaseta Birêz Serokê me yê Meclîsê de karên girîng pêk anî. Me jî her cure tevkarî û pişgirî da Komîsyonê.”

Erdogan bal kişand ser biryara Komîsyonê ya çûyîna Îmraliyê û got, “Em biryara dawî ya Komîsyonê weke biryareke ku wê pêşiya pêvajoyê veke, tevkariyê li pêvajoyê bike dinirxînin.”