Yekitiya Ewropayê sibê dê Rapora Pêşketinê ya ji bo Tirkiyeyê amade bike, aşkere bike. Lê hukûmeta Tirk dixwaze hin beşên raporê bêne sansurkirin. Hukûmeta AKP’ê ji YE’yê xwest ku rexneyên li dijî zextên li ser çapemeniyê bêne rakirin.
Hukûmeta AKP’ê dema sala 2002 hat ser desthilatiyê diyar kir ku armanca wê ya sereke Yekitiya Ewropayê ye û paşê hema bêje pêvajoya endamtiya YE’yê aniye ber rawesandinê. Rejîma AKP’ê niha ji YE’yê daxwaz dike ku rapora li ser Tırkiyeyê sansur bike.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hukûmeta AKP’ê li ser vê raporê bi YE’yê re bazar kiriye û xwestiye hin beşên raporê yên der barê azadiya çapemeniyê û mafên mirovan de ji raporê bêne derxistin.
Di beşa azadiya ramanê ya ku Enqere li hemberî wê îtîraz dike, ev tişt cih digirin: “Azadiya Çapemeniyê hate tengtirkirin. Endamên hukûmetê, rayedarên payebilind ên dewletê û rayedarên leşkerî gelek caran bi ser çapemeniyê de çûn û doz li çapemeniyê vekirin. Hin rojnamevanên ku bi aşkereyî rexne li hukûmetê kirin, ji karên xwe bûn. Di çapemeniya Tirk de otosansur bû mîna fenomenek berbelav. Heta niha çarçoveya qanûna têkoşîna bi karên organîzekirî û terorê re ne zelal e. Nivîsandina nivîsekê, axaftinek dihêle ku mirov ji endamtî û rêbertiya terorê bê darizandin û cezayên dirêj ên girtîgehê werbigirin.”
Hukûmeta Enqereyê ji ber gotinên “hin rojnamevan ji ber hukûmetê ji karên xwe dibin û hin rojnamevan ji ber nivîsên xwe tên girtin” îtîraz kir. Enqereyê ji Komîsyona YE’yê îdîa kir ku ev yek ne rast e û xwest ji raporê bê derxistin.