Endamê Meclîsa HDP’ê Erbaş şandin girtîgehê
Endamê Meclîsa HDP'ê Dogan Erbaş ku der barê wî de biryara girtinê hatibû dayîn û duh hatibû destgîrkirin, şandin girtîgehê.
Endamê Meclîsa HDP'ê Dogan Erbaş ku der barê wî de biryara girtinê hatibû dayîn û duh hatibû destgîrkirin, şandin girtîgehê.
Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dogan Erbaş ku der barê wî de biryara girtinê hatibû girtin, duh hatibû destgîrkirin. Erbaş, şandin girtîgehê.
Erbaş, bi rêya SEGBÎS'ê tev li Dadgeha Cezayê Giran a 14'an a Stenbolê bû. Piştî xwendina biryara girtinê, Erbaş şandin Girtîgeha Sîncanê.
Dadgeha Cezayê Giran a 14'an a Stenbolê di Kanûna 2022'yan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 12 sal û bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" sal û 21 meh û 22 roj ceza li Erbaş birîbû.