Endama rêveberiya BDP’ê Kûbîlay serbest hat berdan

Endama rêveberiya BDP’ê Kûbîlay serbest hat berdan

Endama Lijneya Rêveberiya Meclîsa BDP'ê Mukaddes Kubîlay ku li Îzmîrê hat binçavkirin serbest hat berdan. Hat hînbûn ku dozger 50 pirsên xebatên BDP'yê ji Kubîlay pirsiye.

Endama Lijneya Rêveberiya Meclîsa BDP'ê Mukaddes Kubîlay ku berbanga vê sibê li mala xwe ya li Îzmîrê hatibû binçavkirin piştî derxistin dozgeriyê serbest hat berdan. Hat hînbûn ku di dosyaya ji 27 rûpelan pêk tê ya ji aliyê polîsan ve der heqê Kubîlay hatiye amadekirin de hevdîtinên telefonan ên li ser xebatên partiyê, bikaranîna Birêz Oclan, sedemê çûna Herêma Federal a Kurdistanê û tevlîbûna Konferansa Jinan bi tevahî 50 pirsên li ser xebatên BDP'ê ji Kubîlay hatin pirsîn. Hat hînbûn ku Kubîlay jî li dijî îllegalîzekirina xebatên partiya xwe derketiye.