Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya (LRN) BDP’ê Makades Kûbîlay li Îzmîrê hat binçavkirin.
Li gorî agahiyan, polîsên Midûriyeta Emniyeta Polîsan a Îzmîrê demek bû endama LRN’ya BDP’ê Mukades Kubîlay dişondin. Kubîlay îro bi hinceta “propgandaya rêxistinê kiriye” hat binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyeta Îzmîrê û ji wir jî birin edliyeyê.