4 kesên ku di encama operasyona li Bûrsayê bi navê KCK'ê hatibûn binçavkirin û di nav de Endama MP'ya (meclîsa partiyê) BDP'ê Ayla Yildirim û Endama Rêvebiriya HDK'a Bûrsayê Sevîm Kaya jî hebû, hatin girtin.
Polîsên girêdayî Miduriyeta Polîsan a Bûrsayê di 11'ê Pûşberê de bi tevî tîmên tevgera taybet bi ser Navenda Çanda Sarya, malên endamên BDP'ê û HDK'ê de girtin û di nav de Endama MP'a BDP'ê Ayla Yildirim û Endama Rêvebiriya HDK ya Bûrsayê Sevîm Kaya jî hebû 12 kes hatibûn binçavkirin. 8 kes duh sewqî edliyeyê hatibûn kirin û ji wan Ferhat Akbaş, Rûken Keklîk, Dîlşah Kanat û Nûrettîn Tomrîs serbest hatin berdan, Endama MP'a BDP'ê Ayla Yildirim, Endama Rêvebiriya HDK'a Bûrsayê Sevîm Kaya, Semra Getîren û Ziynet Kanat bi angaşta 'Endamên rêxistinê ne' û 'propagandaya rêxistinê kirine' hatin girtin.
Orhan Gunduz, Ercan Erdogmûş, Ahmet Getîren û Mehmet Cûran ku hîn li Miduriyeta Polîsan a Bûrsayê tên girtin, li bendê ye ku îro derxînin pêşberî dadger.