Endam û kedkarê Heyva Sor Mehmet Yavûz koça dawî kir

Mehmet Yavûz ê ku ji sala 1994'an û wir ve endam û kedkarê Heyva Sor a Kurdistanê bû 7'ê Tîrmehê li bajarê Ingolstadta ya Elmanyayê koça dawî kir.

Endam û kedkarê Heyva Sor a Kurdistanê Mehmet Yavûz Mehmetsala 1938’an li gundê Derikfan a Kercosê ji dayik bûbû û bi welatparêziya xwe dahate naskirin.

Yavûz sala 1994’an  bi armanca xwedîderketina kesên mexdûr û hewce bi rihekî fedakar tevlî xebatên Heyva Sor a Kurdistanê bû û digel van salên dawî nexweş bû jî xebatên Heyva Sor didomand.

Heyva Sor a Kurdistanê, li ber koça dawî ya Mehmet Yavuz daxuyanîyek weşand. Heyva Sor a Kurdistanê di daxuyaniyê de wiha got:  ‘’Mehmat Yavuz hem  ji bo sazîbunê û hem jî ji bo xwedîderketina mexdûrên şer yên li Kurdistanê gelek ked daye.''