Emîne Şenyaşar Nobeta Edaletê didomîne
Emîne Şenyaşar ji bo xizmên xwe yên sala 2018’an li Rihayê hatin qetilkirin, Nobeta Edaletê didomîne û xwest ku êdî dawî li zilmê were.
Emîne Şenyaşar ji bo xizmên xwe yên sala 2018’an li Rihayê hatin qetilkirin, Nobeta Edaletê didomîne û xwest ku êdî dawî li zilmê were.
Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrîşî Malbata Şenyaşar kirin. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar filitî, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Nobed di roja 802'an de didome. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ji ber ku li Enqereyê bû dayik Emîne Şenyaşar nobeda edaletê li ber Edliyeya Rihayê berdewam kir. Endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) yên Rihayê piştgirî dan çalakiyê.
Emîne Şenyaşar di çalakiyê de axivî û anî ziman ku kurê wê 5 sal in di hucreya yek kesî de tê girtin û wiha got: "Êdî bese bila kurê min berdin, em jî biçin mala xwe. Êdî ev der bûye mala me. Lê heta kurê min nayê berdan em ê çalakiya xwe ya nobeda edaletê bidomînin. Ferît dê li Enqereyê ez jî dê li ber edliyeyê ji bo edaletê rûnim. Tu sûcê kurê min tune ye, êdî bes e bila bê berdan. Gelek kes jî piştgiriya me dikin em jî ji bo kesên piştgiriya me dikin spasdar in. Me pir zilm dît, êdî bes e bila ev zilm bidawî bibe."