'Em naxwazin dîktator Erdogan bê Belçîkayê'
HDK Belçîka û Platforma NA ya Belçîkayê, ji bo meşa 'NA ji NATO û Trûmp' re ya 24'ê Gulanê banga tevlîbûnê kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku wê di vê meşê de li ber Erdogan jî rabin.
HDK Belçîka û Platforma NA ya Belçîkayê, ji bo meşa 'NA ji NATO û Trûmp' re ya 24'ê Gulanê banga tevlîbûnê kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku wê di vê meşê de li ber Erdogan jî rabin.
Platforma NA ya Belçîkayê û HDK-Belçîkayê, li ser meşa 'NA ji NATO û Trûmp re', ku ji aliyê hêzên demokasî û aştiyê yên Ewropî ve li paytexta Belçîka Brukselê tê lidarxistin daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bruksel vê hefteyê ji civîna bilind a NATO'yê re malovaniyê dike. Di heman demê de Erdogan ê ku di referandûma 16'ê Nîsanê de xwe weke serketî nîşan da û vîna gelên Tirkiyeyê tine hesiband, tê Brukselê."
'NA JI NATO Û ERDOGAN RE'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ew naxwazin dîktator Erdogan bê Belçîkayê, ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn polîtîkayên şer meşandiye, destek daye rêxistinên terorê yên Îslamî, bi destê wan êrîşî Kurdan kiriye, planên dagirkirina Rojava kiriye, hemû mûxalîf û rojnamevan girtiye û nikare xwe li dengekî bi tenê yê mûxalîf jî rabigire. Erdogan hîn bêhtir şer, hîn bêhtir çek, hîn bêhtir êrîşa li dijî Kurdan ji NATO'yê dixwaze. Dixwaze êrîşa xwe ya li dijî Kurdan bi destê NATO'yê rewa bike."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser meşa 'NA ji NATO û Trûmp re' ku 24'ê Gulanê roja Çarşemê li paytexta Belçîka Brukselê ji aliyê hêzên aştî û demokrasiyê yên Ewropayê ve tê organîzekirin û hat gotin, "Ji bo ku em ji Erdogan re bêjin 'NA', ji bo destekê bidin tevgereke aştiyê ya enternasyonalîst, em tevlî vê meşê dibin. Em bang li hemû kes û saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî dikin ku ji bo ji Erdogan, Trûmp û hêzên şer re bêjin 'Hûn bi xêr nehatine' tevlî meşa aştiyê bibin."
NAVNÎŞAN
Saet: 17: 00
Cih: Gare Bruxelles Nord/Station Brussel-Noord
Vooruitgangstraat, 76, 1030, Brussels