‘Em nahêlin ser dozê bê girtin’
Parêzer û siyasetmedarên piştî rûniştina doza Denîz Poyrazê daxuyanî dan, gotin: ‘’Dixwazin dosyeyê birevînin, lê em nahêlin ser vê kuştinê bigirin.’’
Parêzer û siyasetmedarên piştî rûniştina doza Denîz Poyrazê daxuyanî dan, gotin: ‘’Dixwazin dosyeyê birevînin, lê em nahêlin ser vê kuştinê bigirin.’’
Rûniştina pêncemîn a doza Onûr Gencer ê faşîst bi piştgiriya dewletê bi çekê êrîşê avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kir û Denîz Poyraz qetil kir, li Dadgeha Cezayên Giran a 6’emîn a Îzmîrê hat dîtin. HDP û serokên baroyan, piştî rûniştina dozê ku dosyeya dozê birin Alîagayê, li ber edliyeyê daxuyanî dan. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunaya, parlamenterên HDP’ê Mûrat Çepnî, Oya Ersoy, Serpîl Kemalbay, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû û Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
Hiqûqzanên ku piştî rûniştina doza kujer Onûr Gencer ê kujerê Denîz Poyraz ku piştre kujer sewqî dozgeriyê hat kirin, daxuyanî dan û gotin: "Hûn nikarin dosyeyê birevînin û ji me veşêrin. Bi birina dosyeyê hûn nikarin delîlan veşêrin. Ji bo ronîkirina vê qetilkirinê em ê têbikoşin."
Danişîna 5’emîn a doza ku Onûr Gencer ji qetilkirina Denîz Poyraz tê darizandin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat lidarxistin. Rêveber û parlamenterên HDP’ê û serokên baroyan, piştî birina Alîaga ya dosyeya dozê li ber edliyeyê daxuyanî dan.
‘EN KU BI KUJER DANE KUŞTIN DERXÎNIN HOLÊ’
Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel diyar kir ku dixwazin dozê ji welatiyan û parêzeran birevînin û wiha got: “jendirmeyan sîle li beşdaran dan, şandeya dadgehê dengê xwe nekir. Em ji bo Denîz Poyraz edaletê dixwazin. Em dixwazin ne qatilê xuyayî, yê ku çek daye wî û kesên wî teşwîq kirine û perwerde kiriye, derxînin holê û bibînin. Ev êriş li dijî azadiya rêxistinê, li dijî jiyana bi hev re bû. Difikirin ku wê me ji holê rakin. Em ê her edaletê bixwazin. Baroya me, em li pey bûyerê ne."
‘DARIZANDIN BAŞ NAYÊ KIRIN’
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsiz jî wiha got: "Min heta îro bi dehan rûniştinên bi vî rengî şopandin. Lê belê li vir weke ku tê kirin, bi me re muamele nehat kirin. Di rewşên wiha yên civakî de, pêvajoyên lêpirsînê têk diçin û darizandineke baş nayê kirin. Îro parêzer tên astengkirin, em vê pêkanînê qebûl nakin. Em ê ji bo Denîz Poyraz lêgerîna edaletê bidomînin. Em ê nehêlin ku di nava vê gemara tarî ya ku hatiye afirandin de winda bibe. Em ê vê dosyeyê bişopînin. Em dizanin ku kujerên rastî wê bên darizandin. Em jî wek serokên baroyan wê şopdarê dozê bin."
Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk jî hişyarî da ku divê ser dozê neyê girtin û divê ji destê kî çi hat nehêle ku ser dozê bê girtin.
'DOSYE HAT REVANDIN’
Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan jî destnîşan kir ku dosye ji wan hatiye revandin û ew ê destûr nedin dosye ji wan bê veşartin.