Bi qedîna hilbijartinan, Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ketin pêvajoya nirxandinê. Bi pêvajoya nirxandinê re mijarek jê ku tê axavtin Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û awayê wê yê birêxistinbûnê ye. Awayê birêxistinbûna mîna meclîsê ya HDK’ê ku HDP jî pêkhateyeke wê ye, ji bo pêvajoya heyî wê çi çareseriyê deyne holê ya jî vegera li fikira avabûnê ya HDK’ê, divê mirov di vê çarçoveyê de pê de bikeve? Hevberdevka Giştî ya HDK’ê Esengul Demîr, pirsên ANF’ê bersivandin.
Hilbijartin bi pişt ketin û di vê çarçoveyê de nirxandin di nav HDP’ê û Partiya Çepên Kesk de tên kirin. Di vê merheleyê de, bi awayê birêxistinbûna bi awayê meclîsê yê HDK’ê, vekirina rê li ber nîqaşên îroyîn jî û di çarçoveya nîşandana rêbazê de giringiyeke xwe ya çawa heye?
Pêşîn, divê mirov cihêtiya HDP’ê û HDK’ê ya ji hev deyne holê. Awayekê hiyerarşîk ê rêxistinên bajar, navçe, tax, navend û parlamentoyê yên partiya siyasî hene. Ji nav tevgera gel derketibe jî awayek e ku ji jêr ber bi jor ve bi rêxistin dibe. Cihêtiya kongreyê ji partiyê, birêxistinbûna wê berwarî ye. Rêxistinek e ku ji bo gel ji nav qadên têkoşîn û navgînên wê tê û xwe bi rêxistin dike. Kongre, di heman demê de, bêhtir beşdarîparêz, demokratîktir e, bi awayekê hiyerarşîk ne şert e ku wek partiyê endamên wê hebin.
Gotina her kesekî/ê di nav meclîsê de, beşdarbûna her kesekî/ê, nirxandina her kesekî/ê bi wekhevî bandorê dike. Ji wê boneyê ye ku bi awayê rêxistinî cihêtiyên wan ên wisa hene. Cihêtiya ji hevûdin, bêyî hewaleyê navendekê bê kirin, hêvî ji navendê bê kirin, navend ew bi xwe ye. Lewma mirov dikare bibêje ku awayekî birêxistinbûnê yê wisa nebe nabe.
Helbet mînakên ji berê yên awayên rêxistinbûna meclîsan hene. Ji bo fêmkirina ji hev û din û ji bo mirov bibe hevkar û ji bo heman armancê têbikoşe, kongre û awayê birêxistinbûnê yê meclîsê awayê birêxistinbûnê yê herî demokratîk û encamgir e.
Ji aliyê tevgera gel û meclîsê ve berê qet destkeftiyên vî awayê birêxistinbûnê çêbûne? Bi taybetî piştî hilbijartinan hem partiyên muxaleftê hem jî tevgerên civakî çima terka vî awayê birêxistinbûnê kir?
Derî li pêkhateyên civakî- bi taybetî li tevgera siyasî ya Kurd hat girtin- cihên behsa xwe ji civakê re bikin hebûn. Bi derdorên civakî yên cur bi cur re dikarî bê ba hev. Di nav lîsteyên HDP’ê nûnertiya hemû pêkhateyên civakî hebû. Cara yekem nûnertiyeke ew qas berfereh hat kirin. Ev fikira kongreyê bû ku HDP jê dihat. Lê paşê teng bû.
Sedemên bingehîn ên tengbûnê çi ne?
Car carinan têkiliya bi qada civakî re zeîf bû. Bi piranî siyaseteke navenda wê parlamento hat kirin. Divê rexneyan em herî zêde li xwe bikin. Tu rêxistineke ku ji nav gel neyê mezin nabe, bi hilbijartinan ev diyar bû. Ji wê boneyê em tev qebûl dikin ku teng bûye.
Pêvajoya li ber me, HDK, HDP û Partiya Çepên Kesk ku pêkhateyên wê ne, wê têkildarê vê tengbûnê çi gavên berbiçav biavêjin?
Partî helbet di nav beşên xwe de niqaşê dike. Me jî niqaş li ser rêbazê kir. Rêxistineke siyasî ku heta niha xwe bi gel, girseyên civakî xwedî kiriye, wê helbet niqaşên xwe jî bi gel re bike. Piştî ku sazûmaniya xwe ya navxweyî ber bi hev de bir, wê bi girseyan re bê ba hev û wê hem rexneyên girseyan li xwe bigire, hem jî wê serdemek ku hesab bide girseyan.
Ji lew ma di beşên navendî de, di nav cuda yên partiya siyasî de, kesên berdevk, nûner û kadro divê hesab bidin gel. Tiştek heye ku pir tê niqaşkirin; îstifakirina beşên rayedar ên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk. Lê ev rêbaza pergalên demokratîk ên bûrjûwayê ne. Mirov ku îstifa bike, tu berpirsyariyê li xwe nagire û xwe ji ber dide alî. Ji ber kevneşopiya me ye ku em ê ne bi îstifakirinê, lê hesabê kirinên xwe bidin û erka xwe biguherînin. Erka xwe bidin heval û hevrêyên din. Bi ya me rêbaza rast ev e.
Me armanc ew e ku kodên xwe yên avabûnê cardin bikin referans û serdema nû xwe bi wî awayî bi rêxistin bikin. Gel, partiya me ya siyasî û kongreya me hişyar kirin. Bi kevneşopiya em jê tên, bi têkoşîna ta niha hatiye kirin, diyar e ku divê mirov qutbûna têkiliya heyî ji holê rabike. Ji bo rakirina ji holê ya vê, divê em xwe bi destên rêbazên restorasyonker ve bernedin, xwe di nava gel de bi rastî birêxistin bikin; bi ya me ev pêvajo giring e.