'Em ê di rapora xwe de cih bidin revandin û tecrîdkirina Abdullah Ocalan'

Ji Şandeya Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê Parêzer Caroline Isabella Aubry li ser danûstandin û karên li dijî tecrîdê axivî û got, di rapora xwe de cih bidin revandina Ocalan a bi rengê korsanwarî û tecrîdê.

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan saziyên navneteweyî jî dixe nava liv û tevgerê. Şandeya Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê ku çend roj berê ji bo hin hevdîtinan bike serdana saziyên li Kurdistanê û Tirkiyeyê kir, hem mijara tecrîdê hem jî şert û mercên faşîzmê yên AKP-MHP'ê di cih de lêkolîn kir.

Ji şandeyê parêzer Caroline Isabella Aubry li ser naveroka hevdîtinan û karên ku li ser mijarê li welatê xwe bikin ji ANF'ê re axivî.

Parêzer Aubry ku ji Cenevreyê tevlî şandeyê bû, anî ziman ku ji bo wan girîng e ku zexta li Tirkiyeyê ji sazî û mirovên mexdûr bibihîzin. Parêzer Aubry diyar kir ku hemû saziyên ku hevdîtin bi wan re kirine, diyar kirin ku her tiştên rejîma zordar li welatê wan ava kiriye li dijî hiqûqê ne û destnîşan kirin ku ji bo xwegihandina edaletê ti amûr nemaye.

Parêzer Aubry bi dewamî got, "Bi taybetî di hevdîtinên li Amedê de me bi rengekî şênber ji gotinan fêhm kir ku rejîma li Tirkiyeyê xwedî karaktereke çawa ye. Mirovên ku me hevdîtin bi wan re kirin, bi şênberî destnîşan kirin ku li dijî zextên heyî divê ew têbikoşin. Ji xwe ev yek divê ji aliyê saziyên navneteweyî û hiqûqnasên biyanî ve jî bê parastin. Bi dîtina min tiştên li vir diqewimin divê mirov ji welatên li derveyî Tirkiyeyê jî vebêjin. Her wiha divê bibêjim ku wêrekiya kes û saziyên me hevdîtin bi wan re kir, gelekî bandor li min kir."

Parêzer Aubry ragihand ku li Tirkiyeyê zext giştî bûye û got, "Me dît ku parêzer, rojnamevan û jin di hedefa vê zextê de ne. Di vê mijarê de me fêhm kir ku jib o biçin polîsan an jî çîrokên xwe vebêjin, ti atmosfer nemaye. Mekanîzmayek nîne ku zextên li wan tê kirint espît bike."

Parêzer Aubry bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Di qada navneteweyî, medya û arenaya siyasî de em tecrîda li ser Abdullah Ocalan nabînin. Tenê di rojeva hin alîgirên Kurdan de ye, em ji wan dibihîzin. Ji xwe em ê çavdêriyên xwe yên li vê derê bi raporekê bi raya giştî re parve bikin. Bi vî rengî em ê bala saziyên navneteweyî bikişînin ser rewşa li vê derê. Di vê raporê de em ê cih bidin wê yekê bê Abdullah Ocalan çawa bi korsanî hatiye revandin, radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û hîn jî di nava tecrîdê de ye. Her wiha em ê hesasiyetên saziyan ên têkildarî mijara Ocalan û rojeva Kurdan destnîşan bikin."