‘Em ê dest ji Galatasarayê bernedin’
ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsan a li hemberî çalakiya Dayikên Şemiyê da û got ku ew ê dest ji Galatasarayê bernedin.
ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsan a li hemberî çalakiya Dayikên Şemiyê da û got ku ew ê dest ji Galatasarayê bernedin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî êrîşa polîsan a li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê û destgîrkirina Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û 16 kesên din daxuyanî da. Daxuyanî li Şaxa ÎHD’ê hate dayîn. Xizmên windakiriyan û gelek parastvanên mafên mirovan tevlî daxuyaniyê bûn.
Endama Komîsyona li Dijî Windakirina Destgîrkirî ya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Zeynep Yildiz di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Goreke ku em bikarin biçin ziyaret bikin tune ye. Wan qurnefîlên ku em nikarin deynin ser gorên xizmên xwe yên destgîrkirî hatine windakirin, em dixwazin deynin Qada Galatasarayê û bi wê boneyê li vir in. Di vê cejnê de banga me li rayedaran ew e ku aqûbeta kesên windakirî eşkere bikin û kujerên wan bidarizînin.”
Bi domdarî Yildiz biryara AYM’ê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Mafê civîn û xwepêşandanan hat binpêkirin. Divê dawî li dorpêça ser Qada Galatasarayê bînin. Bi van destgîrkirinan re gotin; ‘em guh nadin destûra bingehîn.’ Em jî dibêjin ku dê serî li ber bêhiqûqtiyên we netewînin, dê li windakiriyên xwe bigerin, aqûbeta wan bipirsin û heta ku kujerên wan tên darizandin û em hesabê jê dipirsin jî dê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê dest ji maf û azadiyên xwe bernedin. Em ê dest ji Qada Galatasarayê jî bernedin.”
Ji xizmên windakiriyan birayê Ridvan Karakoç, Hasan Karakoç jî got ku ji bo rûmeta mirovahiyê têdikoşin û axaftina xwe wiha qedand: “Em bi sala li Qada Galatasarayê rûniştin. Lê piştî daxuyaniya Suleyman Soylu, dest bi êrîşê kirin. Qada Galatasarayê qada têkoşîna me ya 30 salan e. Em li wê qadê bi xizmên xwe yên windakirî re tên ba hev. Ev sê hefteye em diçin qadê û tên destgîrkirin. Em bi israr dibêjin ku dê xwedî li wê qadê derkevin û niyeteke me ya wisa nîne ku wê qadê biterikînin.”